Todaro: Parçebûna Kurdan xizmetê ji serdestan re dike

Enternasyonalîsta Îtalyayî Jessica Todaro piştgiriya hikumeta Başûrê Kurdistanê ji bo polîtîkayên Tirkiyeyê weke rewşeke "metirsîdar" bi nav kir û got, parçebûna Kurdan xizmetê ji dagirkeran re dike.

Yek ji enternasyonalîstên ku ji bo pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk bigire û nehêle di nava Kurdan de şer biqewime çû herêmê, Jessica Todaro ye. Jessica Todaro ji ANF'ê re qala çavdêriyên xwe kir.

Jesscia Todaro bal kişand ser parçebûna nava Kurdan û anî ziman ku polîtîkaya Tirkan a li herêmê bandorê li Kurdan dike, lewma Kurd ji aliyê yekîtiya neteweyî ve nikarin bibin yek.

Jessica Todaro destnîşan kir ku ew dixwazin diyalogê di navbera partî, rêxistin û saziyên civakî yên Kurd de pêk bînin û diyar kir ku ev parçebûyî xizmetê ji serdestan re dike.

Jessica Todaro ragihand, tundiya li dijî jinê û talankirina xwezayê ji heman çavkaniyê ne, bingeha vê tundiyê jî sîstema bi serweriya mêr e û anî ziman, civakek ku nebe xwedî nêzîkatiyeke ekolojîk nikare bibe civakeke azad.

Jessica Todaro bal kişand ser astengiyên PDK'ê danî ber delegasyona aştiyê û destnîşan kir ku bêdengiya PDK'ê ya li hemberî dagirkeriya Tirk gelekî metirsîdar e. Jessica Todaro diyar kir ku piştgiriya ji bo dagirkeriya Tirk wê bibe sedema felaketekê û got, nayê qebûlkirin ku PDK ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî li dijî gelê xwe bixebite.

Jessica Todaro bang kir ku dawî li bêdengiya li hemberî êrişên dagirkeriyê bê anîn û destnîşan kir ku ev têkoşîn têkoşîneke mirovahiyê ya li dijî zilmê ye.