TMMOB'iyan serdana malbata Şenyaşar kirin

Endamên Koordînasyona Bajêr a Amed û Rihayê yên TMMOB'ê serdana malbata Şenyaşar kirin û piştevaniya xwe nîşan dan.

Endamên Koordînasyona Bajêr a Riha û Amedê ya Yekîtiya Mihendisên Tirk û Odeyên Mîmaran (TMMOB) di roja 289'an a çalakiya berxwedanê de serdana malbata Şenyaşar kirin.

Sekreterê Amedê yê TMMOB'ê Dogan Hatûn bi bîr xist ku ev cara duyan e têne serdanê, heta ku dadmendî bi cih were ew ê bên û got, ''Ji Waliyê Rİhayê bigirin heta bi dozgeran, ji wir heta bi qesrê bêdengiyek heye. Wezîrê Dadê gotibû li bara tiştên ku malbata Şenyaşar dijî 'xemgîn' e. Em li benda we û xemgînbûna we ne, divê hûn adaletê bi cih bînin.''

Hatûn bi berdewamî diyar kir têkoşîna adaletê ya malbata Şenyaşar ji bo dilxwazên adaletê mêzîn e, ne ji peywira rayedaran e ku ser komkujiyê bigirin û kujeran biparêzin. Hatûn got, ''Em berxwedana malbatê slav dikin û dîsa sond dixwin ku em ê li cem wan bin.''

Ferît Şenyaşar jî got,''Li pişt me avahiya adaletê heye lê li nav ti vîn nîne. Duh cara duyan bangî diya min kirin ku îfadeyê bidin. Ên komkuj weke mexdûr nîşan didin. Tirkî li vê zilmê dinere. Zivistan e. Diya min yixtiyar e û li ber sermayê nikare xwe bigire. Li gel sermayê jî em ê li hêviya dadê bin. Ne tenê ji bo xwe, ji bo her kesî em adaletê dixwazin.''

Şandeyê xwest ku demekê bi malbatê re nobetê bigire lê polîsan astengî derxist. Şandeyê li dijî polîsan helwest nîşan da û polîsan gef li wan xwar ku wan destgîr bike. Şandeyê ferzkirina nîşandana nasnameyê red kir û çûne serdana Baroya Rihayê.