TJA wê ji bo azadiya Ocalan û li dijî qirkirina jinê dakeve qadan

TJA, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û balê bikişîne ser qirkirina jinê, di çarçoveya kampanyayê de dadikeve qadan.

Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcîhan Şîmşek got, di çarçoveya kampanya "Em ê pêşî li qirkirina jinê bigirin, jiyanê azad bikin" a 3'ê Tebaxê li Êlihê dan destpêkirin û kampanya "Tecrîd wê bê şikandin, azadî wê bi ser bikeve" ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja 19'ê Tebaxê li Stenbolê hate destpêkirin, dakevin qadan.

Şîmşek diyar kir, şerê li Rojhilata Navîn li Şengalê veguherî qirkirina jinê û jinên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin û kuştin bi bîr xist. Şîmşek anî ziman, ku 3'ê Tebaxê roja qirkirina jinê ye, lewma wan di wê rojê de dest bi kampanya xwe kirine.

Şîmşek işaret bi zêdebûna şîdeta li her qada jiyanê li jinê tê kirin û got, ev yek êrîşek ji bo kolekirina jinê ye. Şîmşek ragihand, bi rêya kampanyayê wê têkoşîn û berxwedana jinê xurt bikin.

Gulcîhan Şîmşek da xuyakirin, ku di desthilatdariya 15 salan a AKP'ê de herî zêde êrîş li jinan hatiye kirin, astengî li pêşiya wan hatine derxistin û got, wê têkoşîna xwe ya li dijî vê mezin bikin.

Şîmşek destnîşan kir, ku wê li hemberî tecrîda li ser Ocalan, êrîşên li dijî vîna jinê, li hemberî Rewşa Awarte û biryarnameyên di hukmê qanûnan de, dakevin qadan û çalakiyên nobedê, civîn, panel, semîner û mîtîngên mezin li dar bixin.

Gulcîhan Şîmşek anî ziman, tecrîda li ser Ocalan di heman demê de tecrîdkirina jinan e û got, bi rêya kampanyaya xwe ew dixwazin tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û Ocalan azad bibe.

Şîmşek bang li jinan kir ku li dora kampanyayê bicivin û têkoşînê geş bikin.