Tirsa Walîtiya Sêrtê ya ‘Grevên birçîbûnê’

Walîtiya Sêrtê ragihand ku çalakiyên balê dikişînin ser grevên birçîbûnê ‘qedexe’ kirine.

Rejîma AKP’ê ji bo berxwedana li dijî tecrîda ya gelê Kurd asteng bike, pêkanînên xwe yên ‘qedexeker’ didomînin.

Walîtiya Sêrtê ji bo lidarxistina çalakî û şahiyên li tevahiya bajêr pêk werin biryarek girt. Li ser daxwaza Miduriyeta Emniyeta Sêrtê di biryara hat girtin de bi hêceta çalakiyên greva birçîbûnê bi dema 15 rojan kolan û qadan li çalakiyan qedexe kir. Qedexeyê ji 9’ê gulanê dest pê kir û wê heta 23’ê Gulanê dewam bike.