Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê 20 gundên Asûrî vala kir!

Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê (ESÛ) ragihand ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê 20 gundên Asûrî-Keldaniyan hatine valakirin û ji bo "çalakiyên lezgîn" bang kir.

Desteya Rêveber a Yekîtiya Suryaniyan a Ewropayê (ESÛ) diyar kir, "Di operasyona şeva 16'ê Hezîranê bi navê Kartal-Pençe de ya dewleta Tirk, sivîl ji warê xwe bûn û hatin kuştin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Tirkiye bi van operasyonan dixwaze qada ku bandorê lê dike berfireh bike û hate gotin, "AKP û lîderê wê Recep Tayyîp Erdogan bi taybetî li Sûriye û Iraqê hewl dide demografiyê biguherîne û qadên nû dagir bike. Tirkiyeyê ku li Efrînê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê eniyeke nû ji xwe re vekir, gelên xwecihî neçar hişt ku bi zorê bi girseyî koç bikin, her wiha jin, zarok, sivîl qetil kir. Di vê demê de gundên Xiristiyan ên Sûriyeyê hatin valakirin û bû sedema koçeke nû ya girseyî."

ESÛ bal kişand ser koçberiya ji ber êrişên dewleta Tirk û diyar kir, "Ji roja ku operasyona Kartal-Pençe dest pê kir û vir ve 20 gundên Keldanî-Suryanî-Asûrî hatine valakirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gelê li van gundan ji bo karibin bi rengekî ewle bijîn çûn Duhok, Zaxo û deverên din. Mîna li Geliyê Nînovayê û herêma Xabûrê ya Sûriyeyê, ev yek wê bibe sedema koçberbûna gelên Keldanî-Suryanî-Asûrî ku encamên giran wê bi xwe re bîne."

Di daxuyaniyê de ji bo çalakiyan banga lezgîn ahte kirin û hate gotin, "Yekîtiya Suryaniyan a Ewropayê, bang li rayedarên navendî yên Iraqê û rayedarên herêmî dike ku ji bo pêşî li dewamkirina operasyonên Tirkiyeyê bigirin û jiyana xwecihiyan ewle bikin, bi rengekî cidî û lezgîn bikevin nava liv û tevgerê. Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, DYE û hêzên herêmî hemû ji bo gelên xwecihî, divê çareseriyeke demdirêj biafirînin."