Tirkiye û Baas li dijî Efrînê amadekariya ambargo û êrîşê dikin

Tirkiye û rejîma Baasê amadekariyê dikin, ku bi hevparî êrîşî herêma Şehba û Efrînê bikin.

Rejîma Baasê rêya Helebê girt û ambargo danî. Dewleta Tirk jî tang, top, obûs û hêza piyade şandin herêmê.

Piştî ku planên wan ên li Reqayê bi cih nehatin, Tirkiye û rejîma Baas a Sûriyê xwe hazir dikin ku bi hevkarî êrîşê bibin ser Efrîn û Şehbayê.

Dewleta Tirk jî ji bo êrîşeke pêkan a bi ser Efrînê de, gelek top, tang, hawan û obûs anîn Ezazê. Çekên giran ên ku ji Sûriyê derbas kirin li Marea, Til Circir, Erşab, Exterîn û Ezazê hatin bicihkirin. Li gorî jêderên herêmî dewleta Tirk û rejîma Baas a Sûriyê ji bo ku Til Fifat, Dercemal, Minix, Ehraz, Til Hasil, Til Aran dagir bike ev çek anîne.

RÊYA HELEBÊ HATE GIRTIN, AMBARGOYÊ DEST PÊ KIR

Ji bo êrîşê Tirkiye li Ezaz û Mareayê baregeh danîn û rejîma Baas jî gundê Nubul û Zehra rêya Heleb-Efrînê girt û ambargo li ser Efrînê danîn. Her wiha tê gotin Efrîniyên ku dixwazin ji rêya Nubul û Zehrayê derbas dibin têne girtin.

Çekên giran ên ku anîne nîşan dide ku hedefa Tirkiyê ne tenê Til Rifat, Dercemel û Minix e.  Bi tang, panzêr û hawanan dixwaze êrîşî wan cihan dike ku dixwaze dagir bike lê çekên menzîla wan dirêj jî ji bo bombekirina navenda Efrînê ye.

'ME DI ŞERTÊN GIRAN DE ALÎKARÎ DABÛ NUBULÎ Û ZEHRAYIYAN'

Li dijî van haziriyên dewleta Tirk û rejîma Baas a dagirkerî û êrîşê û ji bo girtina rêya Heleb-Efrînê gelên Efrîn û Şehbayê helwest nîşan dan.

Efrînîyekî ku nexwest navê xwe bibêje wan di şertê herî giran de alîkarî dane Nubulî û Zehrayiyan ku ji 2012’an heta 2016’an di dorpêçê de bû û dihate xwestin ku tine bikin. Efrînî got wan ji zadê xwe alîkarî dida Nûbul û Zehrayiyan û got:

"Nubul û Zehra 2012’an 8 mehan hate dorpêçkirin. Di van 8 mehan de gelê me mirin jî anî ber çavan û alîkarî şand. Heke ne ji alîkariya me bûya rojekê jî nikarîbûn li ser piyan bimînin. Em li gorî baweriya xwe ev kir û me peywira xwe pêk anî. Em mineta vê nakin. Lê niha rêya me li wir tê birîn û mirovên me têne girtin. Ev jî bi daxwaza Tirkiyê dibe. Lê Tirkiyê gelê Nûbul û Zehrayê kiribû dijmin û dixwest ku serê wan jêbike. Çeteyên dewleta Tirk ew dorpêç kiribûn û dixwestin serê wan jêbikin. Niha çi bû ku bûne dostê hev û dijminatiyê bi me dikin?"

RÛSYA DI NAV PLANÊ DE YE?

Heta niha Rûsyayê li dijî vê rewşê ti helwest nîşan nedaye. Li gorî gelê herêmê Rûsya jî di nav vê planê de ye. Gelê Efrîn û Şehbayê ev rewşa nû bi peymana Rûsya, Sûriyê û Tirkiyê ye. Gelê Efrîn û Şehbayê got heke Rûsya vê bêdengiya xwe bidomîne wê nikaribin zêdetir Rûsya li herêmê bihêlin.