‘Tirkiye êriş dike û hikumeta herêmê wargeha Mexmûrê dorpêç dike’

Çavdêrê siyasî Mihemed Nesredîn êrişa dewleta Tirk a li ser Mexmûrê şermezar kir û got, “Ev êrişa Tirkiyê li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî pêk anî, qetilkirina xelkê penaber ê sivîl e.”

Şeva Çarşemiyê balafirên dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 20 caran bi rengekî hemwext Mexmûr û Şengal û çendîn car navçeya Dêrik a Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir ku li gorî daxuyaniyên piştî êrişê hatin dayîn, di encamê de li Mexmûrê 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê şehîd bûn û bi dehan sivîl jî birîndar bûn. Her wiha li Şengalê jî 3 welatiyên sivîl şehîd bûn û yek jî birîndar bû. Dîsa li navçeya Dêrik a Rojavayê Kurdistanê çar şervanên QSD’ê şehîd û 5 karker jî birîndar bûn.

Têkildarê wan êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker û armanckirina sivîlan çavdêrê siyasî û siyasetmedarê Kerkûkî Mihemed Nesredîn ji ANF’ê re axivî û got, “Hin aliyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê zemîna êrişan ava dikin û piştgiriya helwest û kiryarên terorîstî yên Tirkiyeyê dikin.”

Nesredîn di berdewamê de destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a faşîst îspat dike ku Tirkiye li hemû beşên Kurdistanê dijberiya xebata Kurdan dike û wiha pêde çû: “Ev êrişên dewleta Tirk a faşîst wek belge îspat dikin ku dewleta Tirk rêz li qanûn û destûrên navnetewî û serweriya welatên cîran nagire û xwe ji qetilkirina xelkê sivîl û bê guneh nade paş.”

‘DESTÊ TIRKIYEYÊ DI REVÎNA ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê YÊN GIRTÎ LI GIRTÎGEHA SÎNAA HEBÛYE’

Mihemed bal kişande ser rola Tirkiyeyê ya di êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê û got, “Ew bûyerên heftiya bihorî yên li girtîgeha Sînaa a taxa Xwêran a bajarê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê qewimîn wek belge îspat dikin destê Tirkiyeyê di revîna çeteyên DAÎŞ’ê yên girtî li girtîgeha Sînaa li Rojavayê Kurdistanê hebûye. Ew destwerdan û êriş di çarçoveya komployeke navnetewî de li dijî gelê Kurd pêk tên. Ji bo ku li hemberî vê komployê bisekinin pêwîstiya me bi yekîtiya Kurd heye û divê hemû hêzên her çar beşên Kurdistanê ji plana gemar a Tirkiyeyê ya li dijî Kurd têbigihîjin.”

‘TIRKIYE ÎSPAT KIR KU DIJMINÊ XEDAR Ê KURDAN E’

Çavdêrê siyasî Nesredîn îşaret bi dijminatî û êrişên berdewam ên Tirkiyeyê yên li ser gelê Kurd kir û wiha axaftina xwe domand: “Pêwîst e ti aliyekî Kurd Tirkiyeyê wek rizgarkerê xwe nebîne, ji ber ku Tirkiye dijbertiya xwe ji bo Kurd îspat kiriye. Tirkiye rojane îspat dike ku bi êrişên xwe yên terorîstî û dijbertiya Kurd li her çar beşên Kurdistanê dijminekî xedar ên Kurdan li tevahiya Kurdistanê ye. Dijminê rasteqîn ê doza rewayê Kurd dewleta Tirk a faşîst û Erdogan e.”

‘DIJMINÊ RASTEQÎN Ê DAXWAZÊN REWA YÊN GELÊ KURD TIRKIYE Û ERDOGAN E’

Nesredîn serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ya ji bo Tirkiyê ya piştî wan êrişan nirxand û diyar kir; “Niha aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hene ku serdana Tirkiyeyê dikin û hevdîtinê bi Erdogan re pêk tînin, lê li wê derê ji wan re tê gotin aliyên bakurê Iraqê û nabêjin Herêma Kurdistanê. Pêwîst e hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê fêm bikin ku dijminê rasteqîn ê daxwazên rewa yên gelê Kurd dewleta Tirk a faşîst û Erdogan e.”

DEWLETA TIRK BI ÊRIŞA LI SER WARGEHA MEXMÛRÊ GELÊ SIVÎL QETIL DIKE

Têkildarê êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Mexmûrê jî ev çavdêrê siyasî yê Kerkûkî Mihemed Nesredîn da zanîn; “Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku li gorî qanûnên navnetewî di bin parastina Neteweyên Yekbûyî (NY) de li nav xaka Iraqê ye, binpêkirina sînorên Iraqê ji bo êrişkirina li ser wargeha penaberan a Mexmûrê ji aliyê balafirên dewleta Tirk a faşîst, binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye û rêznegirtina li hemberî qanûnên NY’ê ye. Her wiha êrişa dewleta Tirk li ser wargeha penaberan a Mexmûrê qetilkirina xelkê penaber ê sivîl e.”

‘HIKUMETA IRAQÊ LEWAZ E Û HIKUMETA HERÊMA KURDISTANÊ JÎ BÊ HELWEST E’

Nesredîn nerazîbûn nîşanî bê helwestiya hikumeta Iraqê ya li hemberî êrişên dewleta Tirkiyeyê û hevkariya herêma Kurdistanê ya ji bo Tirkiyê da û ragihand; “Ew êrişên Tirkiyeyê îspat kir ku hikumeta Iraqê hikumetekî lewaz e û ji ber wê dewleta Tirkiyeyê bi vî rengî dikare sînorê wê binpê bike û li nav xaka Iraqê êrişan pêk bîne. Her wiha hikumeta Herêma Kurdistanê jî hikumeteke bê helwest e û em dibînin ku Tirkiye hikumeta herêmê wargeha penaberan a Mexmûrê dorpêç dike.”

HIN ALIYÊN HERÊMA KURDISTANÊ PIŞTGIRIYÊ DIDIN KIRIYARÊN TERORÎSTÎ YÊN TIRKIYEYÊ

Di dawiyê de siyasetmedarê Kerkûkî Mihemed Nesredîn destnîşan kir ku ev êriş û kiryarên Tirkiyeyê îspat dikin ku Tirkiye ti rêzekê li serwerî û nirxên dewleta Iraqê û yên mirovatiyê nagire û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ev êriş îspat dikin ku hin aliyên herêma Kurdistanê hene ku xwe wek dostê Tirkiyeyê dizanin û di hin kiryaran de zemînê êrişan çêdikin û piştgiriyê didin helwest û kiriyarên terorîstî yên Tirkiyeyê.”