‘Tirkiye di çarçoveya dewletê de siyaseta terorê pêk tîne’

Mihemed Nesredîn piştgiriya xwe ji bo kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê anî ziman û got, “Derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê xizmet e ji bo xebata gelê Kurd ya ji bo bi destxistina mafên xwe li tevahiya Kurdistanê.”

Hewldan û çalakiyên ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ li gelek welatên cîhanê dest pê kiriye, di vê çarçoveyê de heya niha li 30 welatên cîhanê kampanyayên îmzeyan dest pê kiriye û hêj jî didome.

Piştgiriya ji bo kampanyaya derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ roj bi roj zêdetir dibe, çavdêrekî siyasî yê Başûrê Kurdistanê Mihemed Nesredîn jî piştgiriya xwe ya ji bo kampanyayê diyar kir û dibêje, “Piştewanîkirina li vê kampanyayê erkekî exlaqî yê hemû welatî, siyasetmedar û rewşenbîrên her çar perçeyên Kurdistanê ye ku ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya teror’ xwedî li vê kampanyayê derbikevin.”

DABEŞKIRINA KURDISTANÊ LI SER BINGEHÊ BERJEWENDIYÊN HÊZÊN HEGEMON BÛYE

Çavdêrê siyasî û siyasetmedar ê Kerkûkî Mihemed Nesredîn têkildarê sedemê paşguhkirina mafê rewa yê gelê Kurd ji aliyê welatên hegemonîk ji ANF’ê re axivî û got, “Di pêvajoya dagirkeriya navçeyê ya ji aliyê hêzên hegemonîk de dabeşkirina xaka Kurdistanê û kirina 4 perçe li ser bingehê berjewendiyên welatên serketî yên şerê cîhanî bûye, ji ber ku dabeşkirina Kurdistanê li ser esasê berjewendiyên aborî û siyasî yên welatên hegemonîk bûye ku mixabin heya niha jî ji bo pirsgirêka Kurd xwedî hema mêyzandina berjewendiyên siyasî ne.”

‘TIRKIYÊ ÎSPAT KIRIYE KU TERORA DEWLETÊ BI RÊ VE DIBE’

Nesredîn her wiha îşaret bi siyaseta terorî ya dewleta Tirk ku di çarçoveya dewletê de bikar tîne kir û wiha axaftina xwe domand; “Dewleta Tirkiyê li tevahî Kurdistanê û bi taybetî li Bakurê Kurdistanê ji dost û dijmin re îspat kiriye ku siyaseta terorê di çarçoveya dewletê de bi rê ve dibe, me dît ku terorîstên xwe ji bo çend welatên wek Lîbya, Sûriye û Azerbaycan û çendîn welatên din şand; Tirkiye ti delîlek ji bo siyasetmedarên Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê nehiştiye ku baweriyê bi siyaseta Tirkiyê bi taybetî rejîma Erdogan bînin ku dostê Kurd e.”

ERDOGAN DIJBERTIYA LI HEMBERÎ KURD VENEŞARTIYE

Mihemed Nesredîn di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Tirkiye bi rengekî eşkere dijbertiya Kurdan dike û got, “Hewldanên Tirkiye bi destê Erdogan dijbertiyeke rasterast li ser mafên rewa yên gelê me li tevahiya Kurdistanê ye, Erdogan veneşartiye ku ew dijberê her cûre destektiyê Kurd e li her cihekê yê cîhanê be.”

ERDOGAN DAXWAZÊN XWE YÊN QIRÊJ VENEŞARTIYE

Çavdêrê siyasî Nesredîn derbarê helwesta alî û hizbên Kurdî yên seranserê Kurdistanê ya li hemberî dijbertiya Tirkiyê û rejîma Erdogan ya li hermberî Kurdan jî diyar kir, “Şermezarî ye ji bo her aliyekî Kurdî li tevahiya Kurdistanê ku di vê baweriyê de ne ku Erdogan û rejîma wî dostê Kurd in yan jî ji bo pêkanîna mafên gelê Kurd dixebitin. Erdogan daxwazên xwe yên qirêj veneşartiye û destwerdan û êrişên xwe li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û ji bilî wan jî li Bakurê Kurdistanê jî bi hemû şêwazî berdewam di nava hewldana tesfiyekirina gelê Kurd de ye. Ji ber vê yekê ti delîlek ji bo ti aliyekî siyasî yê Kurd nîne ku bi siyaseta Erdogan bawer bike.”

PIŞTEVANIYA LI KAMPANYA DERXISTINA PKK JI LÎSTEYA TERORÊ ERKEKÎ EXLAQÎ YE

Mihemed Nesredîn her wiha têkildarê kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ya li seranserê cîhanê hatî destpêkirin jî nirxandin kir û got, “Pêwîst bû ku siyasetmedar û rewşenbîrên me bibana xwediyê beşeke sereke û rêvebirina vê kampanyayê, ji ber ku ev kampanyaye naskirina rewa ya hemû wan welatên cîhanê ku ji mafê mirov û xebatên gelan bawer dikin e ku ji bo nûnerê rasteqîn ê gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê ji lîsteya terorê were derxistin. Û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê tê wateya rewadîtina xebatê gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê, lewma piştewaniya li vê kampanyayê erkekî exlaqî yê hemû welatî, siyasetmedar û rewşenbîrên her çar perçeyên Kurdistanê ye ku xwedî li vê kampanyayê derbikevin ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê.”

DERXISTINA PKK'Ê JI LÎSTEYA TERORÊ DIBE XIZMETEK JI BO XEBATÊ GELÊ KURD LI HEMÛ KURDISTANÊ

Di dawiyê de siyasetmedar û rewşenbîrê Kerkûkî Mihemed Nesredîn behsa girîngiya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ji bo xebatên gelê Kurd yên ji bo mafên xwe yên rewa kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Xebatên PKK’ê di rojên zehmet de bi taybetî di pêvajoya êrişên DAÎŞ’ê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê îspat kiriye ku çi demê ku beşek ji Kurdistanê di metirsiyê de bûye û pêwîstî bi xebatên PKK’ê hebûye, PKK’ê di rojên zehmet de alîkariya wî beşa Kurdistanê kiriye. Ji ber wê jî derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê dibe xizmetek ji bo xebatên gelê Kurd li ser xaka xwe ya li her çar perçeyên Kurdistanê.”