Tevî hemû astengiyan qurnefîl li ser gora Gezen hate danîn
Xelkê Amedê tevî hemû astengiyên polîsên dewleta Tirk qurnefîl danîn ser gora Zulkuf Gezen ê cenazeyê wî ji aliyê dewletê ve hate revandin û defin kirin.
Xelkê Amedê tevî hemû astengiyên polîsên dewleta Tirk qurnefîl danîn ser gora Zulkuf Gezen ê cenazeyê wî ji aliyê dewletê ve hate revandin û defin kirin.
Ji bo serana gora Zulkuf Gezen ê 33 salî ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê bi çalakiyekî fedayî şehîd bû, ji duh şev ve polîsan dor li goristanê girtiye. Îro nava rojê êrîşî HDP’yiyan kiribû.
Gel tevî hemû astengiyan berê xwe dan Goristana Yenîkoyê û serdana gora Zulkuf Gezen kir. Li ser gorê dua hatin kirin û qurnefîl hatin danîn.