Tevî Erdogan û Rewşa Awarte HDP'ê bend derbas kir-NÛ BÛ IV

Li Tirkiyeyê tevî sixtekarî, zext û manîpulasyonên zêde yên di hilbijartina parlementerî û serokkomariyê de, HDP benda hilbijartinê ya ji sedî 10 derbas kir.

Li Desteya Hilbijartinê ya Bilind hilbijatina dengan dewam dike, li gorî encamên hê diyar nebûne, rêjeya dengên HDP’ê ji sedî 11.30 tê diyarkirin. Li gorî van encamên hilbijartinê HDP'ê 70 kûrsî bidestxist.

HDP a ku li 11 bajaran di rêza yekem de ye, bi pêş ve diçe. Di serî de Amed di nav de li gelek bajaran pîrozbahî destpê kiriye.

Di atmosfera faşîst a desthilata AKP’ê dayî avakirin de, encam ji çavkaniyeke serbixwe û pê bawer girtin pir zor û zehmet bûye. Hilbijartin di pêvajoya Rewşa Awarte de pêk hat, hilbijartinek ne adil û zelal bû.

Di serî de HDP û beşên dişibin muxalefetê zextek yekcar li wan hatin kirin. Namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş li girtîgehê kampanyaya hilbijartinê bi rê ve bir.

Tevî van hamû yan li gorî daneyên ne fermî, rêjeya dengê Demîrtaş gihişte 9’an, rêjeya dengên Îtifaqa Millet a CHP-Partiya Îyî, Partiya Saadet jî ji 30’î zêdetire. Rêjeya dengê AKP’ê jî 43 ye. Rêjeya dengê MHP’ê jî ji ser sedî 10 re ye.

Hê jî têkildarî encamên hilbijartinê ya ku ji sedî 87 tevlîbûye gumanên cidî hene. Encamên hilbijartinê berdevkê AKP’ê Ajansa Anadolû eşkere kir, muxalefet red dike. CHP û HDP nerazîbûn nîşanî manîpulasyonan da, banga hişyarî û baldariyê li hilbijêran kirin. YSK’yê jî hê ti encam belav nekiriye.