Tevî astengiyên asayîşa Silêmaniyê xelatên Wedat Hisên hate dayîn

Nûçegihanê RojNewsê Wedat Hisên beriya 3 salan li Dihokê hatibû qetilkirin, her sal li Silêmaniyê di salvegera qetilkirina Hisên merasîma bibîranînê tê lidarxistin. Tevî astengiya asayîşa Silêmaniyê bîranîn li navenda RojNewsê hate lidarxistin.

Biryar bû îro piştî nîvro li salona Kompanya Çetr bi beşdarbûna hejmareke zêde rojnameger û welatiyan Wedat Hisên di salvegera qetilkirinê re were bibîranin. Lê asayîşa Silêmaniyê bêyî ku hincetek nîşan bide destûr neda bîranîn pêk were.

Tevî hemû astengiyan jî komîteya amadekar li navenda RojNewsê bi beşdarbûna xizmên Wedat Hisên û gelek rojnamegerên Başûrê Kurdistanê merasîma bibîranînê lidarxist. Di merasîmê de terorkirina rojnamegeran li Başûrê Kurdistanê hate şermezarkirin.

Birayê Wedat Hisên Ebdûlrehman Hisên di merasîmê de axivî û wiha got; “Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) destûr nade em li herêma Behdînan bîranîna salvegera qetilkirina Hisên li dar bixin. Asayîşa Silêmaniyê bi heman şêwe destûr neda em bîranînê lidarbixin. Em van astengiyan bi tundî şermezar dikin.”

Xelatên rojnamegeriyê yên Wedat Hisên diyarî xebatkarên Rojnameya Newjîn ku li herêma Germiyan di aliyê jinan de kar dike, ku ev 3 salin rojname derdikeve. Li aliyê din xelatek diyarî xebatkarên qenalê NRT hate kirin ku li herêma Behdînan girîngiya bûyera serhildana gela Şêladizê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ragihandibûn.