Tevgera Goran: Divê Parlament Rêveberiya Xweser nas bike

Seroka Koma Tevgera Goran Gulistan Seîd got, divê Parlamenta Herêma Kurdistana Federe, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bike.

Seroka Koma Tevgera Goran a li Parlamenta Herêma Kurdistanê Gulistan Seîd ji Rojnewsê re axivî û destnîşan kir ku divê Parlamenta Herêma Kurdistanê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bike. Gulistan Seîd got, "Hemû pileyên xwe îdarî di nava Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heye, çi di warê çavkaniyên xwezayî, çi jî di warê rêvebirineke rêkûpêk de. Weke ew ezmûna Rêveberiya Xweser ya me di nava çend salên borî de dîtiye, kariye rêveberine serketî bide meşandin."

Gulistan Seîd diyar kir ku Rêveberiya Xweser kariye binesaziya aborî bi rêxistin bike û rewşa jiyana xelkê baştir bike, mafê pêkhateyên cuda misoger bike û got: "Divê Kurd ji bo parçeyên din timî hevkar û hemaheng bin. Bi taybetî divê Başûrê Kurdistanê piştgiriya beşên din ên Kurdistanê bike. Her weke di dema şerê Kobanê de Parlamenta Herêma Kurdistanê biryar da pêşmerge bişîne, niha erka Parlamenta Kurdistanê ye ku rêveberiya xweser nas bike."

Gulistan Seîd got, ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî fermî bê naskirin divê projeyk bê amadekirin û wiha dewam kir, "Ev proje jî divê ji aliyê kesên taybet ve were nivîsandin. Ji bo piştgiriya tevahiya pêkhate û aliyên cuda yên Parlamentê bi dest bixe."