Tevgera Goran banga eşkerekirina piştperdeya şehîdkirina Şukru Serhed kir

Tevgera Goran şehîdkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukru Serhed) şermezar kir û bang eşkrekirina piştperdeya bûyerê kir.

Tevgera Goran têkildarî Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukru Serhed) ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hatibû Silêmaniyê, îro saet 09.00’an li taxa Çarçira ji aliyê endamên MÎT’ê ve hate şehîdkirin, daxuyaniyek da.

Tevgera Goran ev got: “Mixabin li Silêmaniyê nûçeya qetilkirina çalakvanê siyasî Şukru Serhed gihîşte me. Em bi tundî vê kiryara terorîstî û her hewldanekî tundûtîjî şermezar dikin ku aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê û bajarê Silêmaniyê dike hedef.

Daxwazê ji aliyên peywedîdar dikin ku zû piştperdeya vê bûyerê eşkere bikin û tawanbar bigihîn cezayê xwe.”