Tevgera Azadî: Yekîtî dikare êrîşên dagirkeriyê bide sekinandin

Tevgera Azadî nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk da û got ku “Yekîtî û hevgirtin dikare êrîşên dagirkeriyê bide sekinandin.”

Tevgera Azadiyê li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê îro daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta Tirk di 28’ê Gulanê de li qadên Xakurk û Bradostê êrîşên dagirkeriyê dan destpêkirin. Balefirên şer ên Tirkiyeyê herêmê bomberdûman dike û yekîneyan artêşa Tirk jî xwe li herêmê bi cih dikin. Ji ber van êrîşan xisareke mezin digihêje gelê herêmê. Lê Hikumeta Herêma Kurdistanê heta niha derbarê van êrîşan tu daxuyanî nedaye. Bêdengiya hikumeta herêmî û hikumeta Iraqê rê li ber êrîşan vedike.

DIVÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ PÊŞIYA ÊRÎŞAN BIGIRIN

Em bêdengiya Herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê şermezar dikin. Em li bendê ne ku hêzên navneteweyî sînorekî deynin ber êrîşên faşîst û dagirker ên dewleta Tirk. Her kes dizane ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan sedema alozî û şerê li herêmê ye. Divê hemû partiyên siyasî yên li Iraqê bizanibin ku ev êrîş li dijî serbixwebûna Iraqê ye. Ji ber vê jî divê pêşiya van êrîşan were girtin. Partiyan li Başûrê Kurdistanê, ji ber ku di bin kontrola hêzên herêmê de ne, li gorî berjewendiyên gelê Kurd nikarin tevbigerin. Hinek ji van bûne parçeyekî plana dagirkeriya Başûrê Kurdistanê.

YEKÎTÎ DIKARE PÊŞIYA ÊRÎŞAN BIGIRE

Bi tenê yekîtî û hevgirtin dikare pêşiya van êrîşên dagirker bigire. Em bang li hemû partiyên Kurdan dikin ji bo ku dewleta Tirk sînorê xwe derbas neke, divê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirkan divê zextan li hikumeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bikin.”