Tevgera Azadî serdana Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê kir

Tevgera Azadî serdana Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê kir û diyar kir, li dijî dagirkeriya qeyûm ew bi HDP'ê re ne.

Rêveberên Tevgera Azadî ya li Başûrê Kurdistanê serdana Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê kir. Rêveberan piştî serdanê daxuyaniyek ji raya giştî re ragihandin ku li dijî dagirkeriya qeyûm ew bi HDP'ê re ne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî darbeyên dagirkerî û siyasî, em bi HDP'ê re ne ku aştî, demokrasiyê û jiyanê diparêze. Em gelê xwe yê bakur pîroz dikin ku li dijî desteserkirina sê şaredariyên HDP'î li ber xwe dide, em bi wan re ne. Heta niha bi berxwedanê gelek tişt hatin bidesxistin, ji niha û pê ve jî wê bi berxwedanê bên afirandin."

Heyet tevî Heyeta Jinan a HDP'ê ya serdana Başûr kir wê hewl bide xwe bigihîne Kampa Penaberan a Mexmûrê ku tecrîdkirî ye.