Tevgera Azadî: Referandûmê rê li ber pêvajoya 16'ê Cotmehê vekir

Tevgera Azadî bi wesîleya salvegera pêvajoya 16'ê Cotmehê daxuyaniyeke nivîskî da ku di encama wê pêvajoyê de Kerkûk û gelek bajar û bajarokên derdorê hatin dagirkirin.

Tevgera Azadî bal kişand ser referandûma beriya pêvajoya 16'ê Cotmehê û ev pirs kir: "Encamên referandûmê destketî ye, ya jî windahî ye?" Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di bûyerên beriya salekê de, di encama êrîşên hêzên Iraqê û Heşdî Şabî de 51 ji sedî yê xaka Başûrê Kurdsitanê ji dest çûye.

Daxuyaniya Tevgera Azadî wiha ye:

"Ew deverên Kurdistanê bixwîn bi hezaran şehîdan ji destê çeteyên DAÎŞ'ê hatibûn rizgarkirin. Lê ev xak gelek bi erzanî radestî Heşdî Şehbî û hêzên Iraqê hate kirin. Li gorî me sedemek li pişt van senaryoyan heye. Ew jî nebûna yekîtiya neteweyî ya di nava Kurdan de û nakokiyên di nava partiyên Kurdan ên desthilatdar e. Her wiha nexwendina rewşa Iraqê û rewşa ku herêm tê re derbas dibe ye. Li gorî madeyên destûra Iraqê ku di sala 2005'an de li Herêma Kurdistanê deng li ser hate dayin, divê Herêma Kurdistanê di warê leşkerî, dîplomasî û aborî de girêdayî desthilata navendî ya Iraqê be.

Li gorî lihevkirin Iraqê, Herêma Kurdistanê û hêzên koalîsyonê ya li dijî DAÎŞ'ê piştî rizgarkirin Mûsilê pêwîst bû hêzên Kurd vegerî sînorên xwe yê destpêkê ku berê DAÎŞ'ê bûn. Referandûm sedemê sereke yê bûyerên 16'ê Cotmehê bû. Mixabin gelek şehîd hatin dayîn, gelek mal wêran bûn. Her wiha gelek Kurd koçber bûn. Li Xurmatû çendîn bûyerên dij exlaqî û nirxên mirovahiyê li hember civakê pêk hatin. Bû çanda hêzên kevneperest. Ev jî ji ber hişmendiya neteweperestiyê û mezhebiyê ye. Li van herêman ên desthilatiya wan heyîn bi heman hişmendiyê nêzî pêkhateyên wan herêman bûn.

Li gorî me tu hêz nikarin çareseriyê ji bo rewşa navçeyê diyar bikin û nikarin ji bo van herêman projeyên çareseriyê biafirînin. Ger ne sîstemeke demokratîk be. Pêwîste bi rêya aştiyê hemû pirsgirêk werin çareser kirin. Ne ku şer û aloziyê biafirînin. Divê bi rêya demokrasiyê mafê tevahiya pêkhateyan vê dayîn. Bi rêya zilm û zextan çareserî peyda nabe. Pêwîste berpirsê bûyerên 16'ê Cotmehê bên tesbît kirin, lêkolînkirin û ji aliyê gel ve bên cezakirin. Referandûm senaroyek bû ji bo 16'ê Cotmehê û pêwîste her kes vê yekê baş bizane. Ev yek li gorî siyaseta xwe sûd jê hat girtin. Ew a ku wê demê hatî kirin pêwîste niha bê lêkolîn û weke sedem jî ji bûyerên 16'ê Cotmehê bên destnîşankirin. Ev yek jî gumanan zêde dike ku lihevkirinek di nava hêzan de hebe."