Tevgera Azadî: Raperîna Şêladizê nîşan da ku ev gel çiqasî hişyar û çalak e

Bi boneya salvegera raperîna Şêladizê Tevgera Azadî daxuyaniyek da û got, “Raperîna Şêladizê nîşanî me da bê ka ev gele çiqasî hişyar û çalak e.”

Êvara 26’ê Çile ya 2019’an xelkê Şêladizê weke erkekî exlaqî û hişyar li hemberî şehîdkirina xelkê sivîl ji aliyê dewleta Tirk a faşîst hatin ba hev û bi ser baregehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker ve girtin û baregeh dan ber agir.

Biwesîleya  salvegera 2’emîn a Raperîna Şêladizê, Tevgera Azadî ya Komelgeha Kurdistanê daxuyaniyek da. Tevgera Azadî di daxuyaniya xwe de raperîna dîrokî bibîr xist û got, “Ew Raperîn bi xwînê hat xemilandin û peyamek da cîhanê û hemû hêzên girêdayî Tirkiyeyê ku ew yek wê wisa neçe serî û pêwîst e ji xwe re bibêjin, êdî bes e.”

Di beşek din a daxuyaniyê de bal hatiye kişandin li ser girîngiya peyama raperînê û wiha pêde çûye; “Wê raperînê destkeftiyeke pir bi nirx ava kiriye ku gel xwedî wê ye û bi ti serwetekî din ve nayê guhertin, peyamek bû ji bo desthilatdarên herêmê jî ku belê hûn jî girêdayî û caşê dijmin û dagirkerên Kurdistanê ne. Her wiha wê raperînê tirseke mezin di dilê dijmin û nokerên wê yên navxweyî de çêkir.”

Di daxuyaniyê de her wiha hatiye gotin ku di demekê de salvegera raperînê tê bîranîn ku bi dehan kesên welatparêz û çalakvan di girtîgehên hikumeta herêmê de ne û dewleta Tirk jî bi hemû hêza xwe û yê hevpeymanên xwe di nav hewldanên nû yên dagirkerî û qirkirinê de ye û şervan û pêşmerge jî li du perçeyên Kurdistanê rojane li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şer dikin.

Di dewama daxuyaniya Tevgera Azadî de hatiye destnîşankirin ku hikumeta herêmê berê û niha jî zextekî zêde li xelkê Behdînanê bi giştî û bi taybetî Şêladizê kiriye û dike û wiha hatiye domandin; “Destê xwe xistiye qirika azadîxwazan û bi yekcarî henaseya azadiyê qut kiriye, ciwanên navçeyê jî teslîmbûn û bê çalakbûnê red dikin, ji ber wê jî beşek ji wan di girtîgehan de ne û beşek din jî neçarî koçkirina ji bo derveyî welat bûne.”

Di dawiya daxuyaniyê de Tevgera Azadî bang li xelkê Kurdistanê û hemû azadîxwazên cîhanê dike ku piştgiriyê bidin girtiyên siyasî yên Behdînanê û daxwaz kir ku hemû girtiyên siyasî demildest serbest werin berdan. Her wiha bi minasebeta salvegera Raperîna Şêladizê, raperîn li hemû kesên ku tevlê bibûn û yên pîroz dike û dibêje ku wan gelê Kurd kir xwediyê nirxekî din pîroz be, bi raperînê re careke din pozê dijminan li erdê ket.