Tevgera Azadî: Kesên li Silêmanî hatine destgîrkirin, bila werin berdan

Tevgera Azadî diyar kir ji ber protestokirina êrîşên dagirker ên dewleta Tirk nûçegihanê ANF’ê Rêbaz Hesen jî di nav de 30 kes hatine destgîrkirin û xwest ku kesên hatine destgîrkirin bila werin berdan.

Dewleta Tirk a dagirker di 23 Nîsanê de ji bo dagirkirina tevahî xaka Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonek berfireh kir. Gerîlayên azadiyê dijî dagirkeriya dewleta Tirk di nava berxwedanek dîrokî de ne. Piştgiriya ji bo berxwedana dîrokî ya gerîlayan li seranserê Kurdistanê dewam dike.

Duh êvarî Tevgera Azadî li Silêmaniyê xwest dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, bimeşe. Lê Asayîşa Silêmaniyê rê neda xelkê Silêmanî dijî dagirkeriyê bimeşe. Li gorî endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Nerîman Ehmed, asayîşê nêzî 25-30 kesên xwestin tevlî meşê bibin, destgîr kiriye.

Tevgera Azadî duh êvarî li baregeha xwe ya li bajarê Silêmaniyê, derbarê astengkirina meşa dijî dagirkeriyê û destgîrkirinan, daxuyaniyek çapemeniyê da. 

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Nerîman Ehmed axivî û got; “Me weke erkek exlaqî xwest li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, çalakiyekê li dar bixin. Gelek kesan vê banga me bihîstin û kom bûn. Lê mixabin ya balkêş ev e ku Asayîşa Silêmaniyê derdora Seholeke girtibû û kes ne li benda vê helwestê bû.

Nêzî 25-30 endam, welatparêz ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hatine destgîrkirin. Ji bo berdana kesên hatine destgîrkirin em bi berpirsên asayîşê re axivîn. Ji me re gotin “Ferman ji jor me hatiye. Çi kesên tevlî çalakiyan bibin wê werin destgîrkirin.”

Nerîman dewama axaftina xwe de êrişên dewleta Tirk a dagirker ya ser xaka Başûrê Kurdistanê bi tûndî şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Em vê helwesta YNK û saziya ewlekariyê ya YNK’ê jî, bi tûndî şermezar dikin. Divê kesên hatine destgîrkirin, werin berdan. Berevajiyê wê em ê xwedî helwesteke tund bin û her tim li kolanan bin.”