Tevgera Azadî êrîşên terorîstî yên li Kerkûkê şermezar kir

Li ser alozî, êrîş û tevgera çeteyên DAÎŞ’ê ya li Kerkûkê Meclîsa Tevgera Azadî ya Kerkûkê civînek ya rojnamevanî lidar xist.

Di demên dawî de liv û tevgera DAÎŞ’ê li bajarê Kerkûkê û navçeyên bi nakok bi awayekî ber biçav zêde kiriye. Her wiha piştî êrîşên terorîstî yên li bajêr yên xwekujî ya li ser navenda îstîxbaratê ya li Kerkûkê, 5 endamên îstîxbaratê û jinekî sivîl jî birîndar bûn. Hêjayî gotinê ye di aliyê civakî de jî hinek fikar li bajêr zêde kirine, her wiha buyerên şidetê yên li dijî jinan, kuştin û xwekuştina jinan bi awayekî berbi çav zêde kirine.

Têkildarî rewşa ne baş ya bajêr ya ji aliyê ewlekarî û civakî ve, Meclîsa Tevgera Azadî Komelgaya Kurdistanê (Tevgera Azadî) ya Kerkûkê ji bo nirxandina rewşa bajêr û geşedanên dawî civîneke lidar xist û piştre jî daxuyaniyek da çapemeniyê .

Hevserokê Meclîsa Tevgera Azadî ya Kerkûkê Komel Sermed got: “Rewşa bajarê Kerkûkê roj bi roj bi fikar û bê aram dibe. Di heman demê de çalakiyên DAÎŞ’ê jî li bajêr jî bi domdarî zêde dibin. Di demên dawî de hewl dabûn ku navenda Îstîxbarî ya li Kerkûkê bi teqînin û kontrol bikin. Em Meclîsa Kerkûkê ya Tevgera Azadî bi dijwarî wan kiryarên terorîstî şermezar dikin.”

Her wiha Sermed bal kişan li ser vê yekê û rewşa bajêr di valathiyekî ya ewlekariya mezin de ye,û wiha pêde çû: “Welatiyên bajêr zerermendên bingehînin, di vê valahiya ewlekariyê de ji ber wê em Tevgera Azadî daxwaz dikin ku Odeyekî ya Oparasyonên Hevbeş ji hemû aliyan pêk bînin ji bo ku bikarin li bajêr pêşî li êrîşên DAÎŞ’ê bigrin. Her wiha daxwaz dikin ku konfransekî aştiyane li bajêr bê sazkirin ku ew jî hemû pêkhate, rêxistin û aliyên siyasî yên bajêr li ser asta siyasî, leşkerî, civakî û çandî beşdarbin ji bo ku bikarin konfransekî aştiyane ya ji bo aştiya hemû netewan bê sazkirin.”

Herî dawî Sermed got: “Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û waliyê Kerkûkê agihdar dikin ku rewşa bajêr rewşekî metirsîdar e, roj bi roj çalakiyên DAÎŞ’ê li bajêr zêde dibin û berfireh dibin. Ji ber wê daxwaz dikin ji bo pêşîlêgirtina wan êrîşan divê rewşa bajêr aram bigrin.”