Tevgera Azadî, êrîşa li dijî namzetê Hewlêrê Mehruf şermezar kir

Tevgera Azadî êrîşa li dijî namzetê Hewlêrê Rabûn Mehruf ku di hilbijartinên li tevayî Iraqê  ji Lîsteya Nifşê Nû bûye namzet, şermezar kir.

Ji bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê demek kin maye û bi nêzbûna hilbijartinan re binpêkirinên mafan zêde dibin. Bi taybet lîsteya 120'an  Nifşê Nû dibe hedefa êrîşan. Li Zaxo û Hewlêr namzetên Nifşê Nû dibin hedefa êrîşan. Ji bo  vê  desteya rêveber a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê di derbarê êrîşa li hember serokê lîsteya 120'an  yê Nifşê Nû li Hewlêr Rabûn Mehruf de, daxuyaniyeke nivîskî  da.

Tevgera Azadî di daxuyaniya xwe de êrîşê weke tirsa desthilatdariyê ji lîsteya120'an û namzetên wê binav dike û got; “Em êrîşa li dijî  serokê lîsteya 120'an yê Nifşê Nû Rabûn Mehruf şermezar dikin û şîfayê jê re dixwazin. Em vê êrîşê weke êrîşek li hember daxwazên gelê xwe dizanin. Êrîş ji ber sedemê tirsa lîsteya 120’an e. Desthildatdarî  ne demokratik 27 sal in  ji dervey siyaseteke teslîmkirin û dagirkirina Kurdistan, gendelî, hewldana ji bo hêzeke çete ya êrîşkar, lêdan, tirsandin û terorkirna rojnamegeran tiştek din di bername û plana wan de nehatiye dîtin û nekirine.”

Tevgera Azadi got ku niha ji ber ku êdî pêkhate û civak hişyar bûye, tirs ketiye nava desthilatdariyê û ji ber vê yekê ji hemû aliyekê ve êrîş dikin. Tevgera Azadî wiha dawî li daxuyaniya xwe ya nivîskî anî; “Em wek Tevgera Azadî  daxwazê ji hemû kesên dengên xwe bidin dikin, dengdana 12’ê Gulanê cezayê herî mezin e ji bo van êrîşane. Êrîş û zextên vê desthilatdara tirsnok, ne tirs û peşîmaniye, berevajiyê wê mezintirîn hêze.”

Hêjayê bibîrxisitinê ye piştî navçeya Zaxo ya Dihokê, duh li bajarê Hewlêrê êrîşê namzetê lîsteya 120'an yê Nifşê Nû kirin. Duh li Hewlêr êrîşî serokê lîsteya Nifşê Nû yê Hewlêrê Rabûn Mehruf hate kirin û di êrîşê de Mehruf birîndar bûbû.