Tevgera Azadî destgîrkirinên li Silêmaniyê şermezar kir

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li bajarê Kerkûkê daxuyaniyek da çapemeniyê û destgîrkirinên endamên wan ên li Silêmaniyê yên ji aliyê asayişê ve şermezar kir.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê têkildarî destgîrkirinên li Silêmaniyê ji aliyê hêzên asayîşê ve li bajarê Kerkûkê daxuyaniyek da çapemeniyê û destgîrkirina endamên xwe şermezar kir.

Hevseroka Tevgera Azadî ya Kerkûkê Rêhan Hemadî daxuyanî xwend û wiha got; “Em Tevgera Azadî êrîş û destgîrkirinên endamên Tevgera me û jinên çalakvan bi tundî şermezar dikin. Êrîşên duh yên ji aliyê asayîşê ve li ser endamên me û jinên çalakvan di aliyê qanûnî de li tu welatekî nîne.”

Rêhan Hemadî wiha jî got; “Di demek wiha de pêwîstiya me bi yekîtiyê heye ji ber ku dijminên me kar dikin ku me parçe parçe bikin.”

Duh li bajarê Silêmaniyê hêzên asayîşê êrîşî endamên Tevgera Azadî kir û 50 endamên Tevgera Azadî ku di nava wan de jin û zarok jî hebûn destgîr kir.