Tevgera Azadî bernameya xwe ya hilbijartina Iraqê eşkere kir

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bernameya xwe ya ji bo hilbijartina Parlamentoya Iraqê eşkere kir û ragihand ku wê bi 4 namzetên serbixwe tevlî hilbijartinê bibin.

Wê 10’ê Cotmehê li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê ku ji 329 endaman pêk tê, bê lidarxistin. Li Hola Otel Dawa ya Silêmaniyê îro Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi merasîmekê bername û helwesta xwe diyar kir. Herwiha namzetên xwe ku wê serbixwe tevlî bibin danasîn.

Hevserokên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), endamên wê, ragihandin û rojnameger amade bûn.

Di destpêkê de Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah axivî û got: “Ji bo desthilat were cezakirin, divê biçin li ser sîndoqên dengdanê. Ji ber ku şewitandina deng û boykotkirina hilbijartinê xizmetê ji bo vê desthilata gendel re dike. Ji bo vê bang li welatiyan dikin ku bi coş û moralek bilind biçin li ser sîndoqên dengdanê û deng bidin nûnerên rasteqîn ên gel.”

TEVGERA AZADÎ BI 3 NAMZETÊN JIN 1 JÎ MÊR TEVLÎ HILBIJARTINÊ DIBE

Piştre Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Tara Hisên axivî û got: “Rexneyên me li wan hemû kom û nûnerên ku dema borî çûn parlamentoya Iraqê heye. Ji ber ku li gorî me, gelek kêm xizmet ji welatiyan re kirin. Lewma me bernameyek têr û tejî ji bo dema bê ya parlamentoyê amadekiriye. Ji bo xizmetkirina pirsgirêkên jinan, jînge, qutê xelk, mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê. 3 namzetên me jin in. Jinên bi îradene ku dikarin nûnertiya me hemûyna bikin. Daxwazê ji hemû welatparêzan û aliyên ku namzetên wan nîne dikin ku piştgiriya namzetên me bikin.”

Di merasîmê de her çar namzetên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ku wê serbixwe tevlî hilbijartinê bibin derketin li ser dikê û dan nasîn.

Navê namzetên Tevgera Azadî wiha ye:

Mihemed Hesen: Namzetê serbixwe, hejmar 29, bazinê 4 ya herêma Raperîn.

Şirîn Ebdullah: Namzeta serbixwe, hejmar 33 bazinê 1 parêzgeha Kerkûkê.

Ronak Mecîd: Namzeta serbixwe, hejmar 24 parêzgeha Silêmaniyê bazinê 2

Yusra Receb: Namzeta serbixwe, hejmar 23, bazneya 5 Silêmaniyê.

‘EM Ê BIBIN PARÊZVANÊN MAFÊ XELKÊ KERKÛK’

Namzetên Tevgera Azadî yek bi yek axivîn û nêrînên xwe li ser kar û xebatên xwe nirxandin.

Şirîn Ebdullah: Bi hestên berpirsyartiyê û weke Kerkûkiyekê ku hest bi êş û azarên xelkê Kerkûkê dikim, ez bûm namzet. Ez soz didim ku bibim parêzerê mafên xelkê û xizmetê bi hemû pêkhateyên Kerkûkê bikim. Ji bo çareserkirinê hemû pirsgirêkên Kerkûkê di bername ya min de heye.

‘EM Ê BIBIN DENG Û MAFÊ GEL BIPARÊZIN’

Ronak Mecîd: Azadî û qût mafê hemû welatiyekê ye. Lê, nûnerên desthilata siyasî li Bexda tenê şerê berjwendiyên xwe kirine. Ti deman xizmeta xelkê nekirine. Lewma em dixwazin ji nûnerên berê bibin modelek cuda. Nûnertiyê pêşkêş bikin û bibin dengê gel û hemû mafên destûrî yên gelê xwe mîsoger bikin û em ê şerê mafên we bikin.

‘EM Ê SÎNOREK JI ÊRÎŞAN Û BINPÊKIRINAN RE DANIN’

Mihemed Hesen: Me girîng dît ku devera me bibe xwedî nûnerek rasteqîn. Em hemû dizanin ku krîza herî mezin û pirsgirêka herêma me êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û binpêkirina serweriya Iraqê ye. Lewma divê sînorek jêre were dayîn. Em ê li Iraqê kar bikin ku sînorek ji van êriş û binpêkirina were dayîn. Em ê ji bo xizmetkariya welatiyan kar bikin.

‘PARASTINA MAF, HEQ Û ZIMANÊ KURDÎ BIKIM’

Yusra Receb: Dema borî ji derveyî planên herêmî û derve, planên navxweyî jî hebûn ku nebîn nûnerên rasteqîn ên gel, lê me hemû astengî û plan kişand û me karî bibin nûnerê rasteqîn ên gel. Parastinê li maf, heq û zimanê Kurdî bikin. Careke din we piştrast dikim ku eger çûyîn parlamantoyê zêdetir xebatê bikim. Ji bo mafên neft, yasa neftê, gaz me suprîzek amadekiriye.