Tevgera Azadî: Êşkence li endamê me Îdrîs Selîm tê kirin

Tirs û fikarên li ser jiyana endamê Tevgera Azadî Îdrîs Selîm ê ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve hate girtin zêde dibe. Berdevka Tevgera Azadî Tara Hisên got, endamê wan xistine hucreya yek kesî û êşkence lê tê kirin.

Berdekva Tevgera Azadî Tara Hisên li ser rewşa dawî ya endamê wan Idrîs Selîm ji Rojnews re axivî.

Tara Hisên da zanîn ku hefteya borî endamê wan Idrîs Selîm di zindanê de xistine hûcreya yek kesî û êşkence lê hatiye kirin.

Berdevkê bal kişand ser tendirustiya Idrîs Selîm û diyar kir ku tendirustiya endamê wan xirab e û metirsiyek mezin li ser jiyana wî heye. Tara Hisên ragihand, ku ji ber êşkenceyê du caran endamê wan li ser hişê xwe çûye.

Hêjayî gotinê ye endamê Tevgera Azadî Idrîs Selîm ê 60 salî 8’ê Gulana 2019'an ji navçeya Mexmûr a Mûsilê ji bo biçe Hewlêrê derket rê, lê li nuqteya kontrolê ya Hewlêrê, ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hate binçavkirin û hîn nehatiye berdan.