Tevgera Aştî û Hêvî li Kurdistanê ji bo zarokên Mexmûrê alîkarî şand

Tevgera Aştî û Hêvî li Kurdisanê bi rêya Navenda Hêvî alîkariyên dibistanê ji bo zarokên Mexmûr şandin.

Tevgera Aştî û Hêvî li Kurdistanê, ku navenda wê li Elmanyayê ye, bi rêya Navenda Hêvî ya ku li Mexmûrê perwerdehiyê dide zarokên xwedî pêwîstiyên taybet û fermî dibistana wê heye, alîkariyek ku ji amûrên dibistanê pêk tên, ji bo zarokên hewcedar re şandin.

Alîkarî ji 1000 çenteyan pêk tê, ku tevî pênûs, lênûsê ji alavên xwendin û nivîsandinê pêk tê. Alîkarî li Navenda Hêvî bi amadebûna zarokên ku pêwîstiyên wan bi alîkariyê hebûn hate belavkirin.

Berî belavkirinê li ser navê Navenda Hêvî Mamoste Salih Babat axivî û xêrhatina malbat û zarokan kir.

Babat diyar kir ku ev cara duyemîne ku Tevgera Aştî û Hêvî li Kurdistanê alîkariyê ji bo zarokên Mexmûrê dişîne û got: "Li ser navê Navenda Hêvî û gelê Mexmûrê em spasdariyê xwe pêşkêşî wan dikin. Di nava şert û mercên giran ên dorpêçê de ku salek zêdetire li pey xwe hişt, şandina alîkariyeke wiha cihê kêfxweşiyê ye. Hêvîdarin ku alîkariyên wiha ji bo zarokên Mexmûrê dom bikin."

Dayika bi navê Medîne Kara spasiya xwe pêşkêşî Tevgera Aştî û Hêvî li Kurdistanê kir ku alîkarî ji bo zarokên Mexmûrê şandiye û got: "Em bi alîkariyên wiha ji bo zarokan tê şandin kêfxweşin. Pêwîstiya gel bi alîkariyê heye. Bi taybetî pêwîstî bi dermanên ji bo nexweşên giran heye."