Dr. Guzel: Tevdîra herî girîng a li dijî vîrûsê, paqijî ye

Parlamentera HDP'ê û aktîvîsta TJA'yê Dr. Semra Guzel li dijî vîrûsa Koronayê got, tevdîra herî girîng paqijî û hîjyen e.

Li Tirkiyeyê jî hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketin derket 47’an. Li tevahiya welêt, hemû kulûb, bar û dîskotekên şevê ji duh û vir ve hatin girtin.

Parlamentera HDP’ê û aktivîsta TJA Dr. Semra Guzel der barê şewba Covîd-19 û tedbîrên li Kurdistanê û Tirkiyeyê hatine girtin axivî. Guzel anî ziman ku gelek cureyên korona vîrusê hene û wiha axivî: “Ev nexweşî çi ye û çawa wisa zû belav bû? Ji bo tedbîrên korona vîrusê divê mirov avahiya wê û şêwazê belavbûna wê jî zanibe. Ev vîrus destpêkê li bajarê Wûhan ê Çînê hat dîtin. Di nav çar hefteyan de bi semptomên zatureyê re derket holê. Kesên ev semptom di van de hatin dîtin, di marketeke ajalên zindî de kar dikirin. Lewma pêşî wer dihat nirxandin ku ev vîrus ji ajalan derbasî mirovan bûye. Ya rastî çend cureyên koronvîrusê hene. Berê jî hinek cureyên wê yên weke MERS û SARS ên belav bibûn hebûn. Ya niha jî cureyekî wê yê din e. Paşê dema di hinek kesên din ên têkiliya wan bi wê marketa navborî re tine bûn hat dîtin, derket holê ku ev nexweşî ji mirovan jî derbasî mirovan dibe. Sedema ev qasî belav bû ew e ku ji mirov derbasî mirov dibe. Çînê destpêkê tedbîrên xwe negirt. Karantîna pir dereng pêk anî. Piştî 20 rojan Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê agahdar kir. Di nav van 20 rojan de jî jixwe li gelek deveran belav bibû.” 

PAQIJÎ Û HÎJYEN

Guzel destnîşan kir ku ji bo tedbîrên li hember vê vîrusê ya herî girîng avakirina şert û mercên paqijî û hîjyenê ye û wiha pê de çû: “Şûştina dest, xwedûrxistina ji temasa hev, ji kesên dikuxin û dipişkîn mirov bi qasî metreyekê xwe dûr bixe baş e. Her wiha hewce ye mirov van kesên dikuxin û bipişkin hişyar bike. Heke nexweş bin, mirov rê bide ber wan da ku maskeyê bidin ber dev û difna xwe û biçin nexweşxaneyê. Parastina derdora xwe tê maneya mirov xwe jî biparêze. Ev nexweşî pir li lez belav bû û niha li gelek welatan heye. Bû şewbeke zêde û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî ev nexweşî weke ‘Pandemî’ îlan kir. Di pêvajoyeke li hemû welatên li dora Tirkiyeyê ev vîrus heye, dema dihat gotin ku li Tirkiyeyê nîne, nedihat bawerkirin. Di encam de nexweşiyeke ku ji mirovan belavî mirovan dibe. Ji welatan çûnûhatin çêdibû. Sînorekî mezin ê Îran û Tirkiyeyê heye. Her çiqasî diyar kirin ku çûnûhatin hatiye rawestandin jî, em dizanin penaber tên. Ji bo bazirganiyê çûnûhatin çêdibin, dîsa bi awayekî neqanûnî çûnûhatin pêk tên. Ev nesekinîn. Ev jî ji bo belavbûna vê vîrusê faktor in. Li Tirkiyeyê bi qasî pêwîst dike tedbîr nehatin girtin. Hê dema li Çînê derket holê, diviyabû tedbîr hatibana girtin. Dema Wezîrê Tenduristiyê kesê yekemîn ê bi vîrusê ketiye eşkere kir, hê testa 2009 kesan hatibû kirin. Beriya wê bi me re bi endamên Komîsyona Tenduristiyê re civînek li dar xist, di vê civînê de anî ziman.”

‘HEJMARA LABORATUVARAN KÊM E’ 

Guzel bilêv kir ku helbet mirov çiqasî testan bike wê hejmar ew qasî zêde bibe û bi karantînakirina van kesan re mirov dikare bileztir tevbigere û wiha dom kir: “Bi vî rengî mirov dikare tedbîrên xurttir bigire. Lewma pêwîst e em vê testê berfireh bikin. Ev test niha tenê li 25 nexweşxaneyan tê kirin û tenê nimune tên girtin. Li Tirkiyeyê 6 laboratuvar hene. Hewce ye em nexweşxaneyên ku nimuneyan werdigirin zêde bikin û di heman demê de hejmara laboratuvaran zêdetir bikin. Li welatên Ewropayê li trafîkê ji mirovan nimuneyên testan û hejmara numareya nasnameya wan werdigirin. Dema ew test pozîtîf derdikeve xwe digihînin wî yan jî wê kesê. Vê testê hema hema li ser hemû welatiyên xwe dikin. Divê ev tedbîr li vir jî bên girtin. Dema hat eşkerekirin ku di kesekî de koronavîrus hatiye dîtin, têkildarî vê mijarê me pêşniyarpirs pêşkeşî meclîsê kir. Di vê pêşniyarpirsê de me got ku tedbîrên we çi ne? Di vê mijarê de çi kêmasî hene? Testa çend kesan hatiye kirin? Bi gumana vê nexweşiyê çend kes rakirine nexweşxaneyê û kirine karantînayê? 

Yanî eger me ev tedbîr di serî de wergirtibana, dibe ku îro di 18 kesan de jî nehatiba dîtin. Tevî em welatiyên xwe naparêzin, bi dereng eşkerekirina kesên bi vîrusê ketine, em welatên din jî dixin nav tehlûkeyê. Eger tedbîr û ev test zû hatibana kirin dibe ku ji cem me kesekî testa wî pozîtîf derket, neçûba Sîngapurê, Amerîkayê yan jî Estonyayê. Kesên bi vê nexweşiyê ku ji vir diçin van welatan, nîşan dide ku li ev nexweşî Tirkiyeyê heye. Ji lewra ji ber em kêm dimînin, testên pêwîst nakin û tedbîran nagirin em van nexweşan nabînin.

Dema gotin kesê yekem ê bi vîrusê ketiye hat dîtin, ya rastî ne yê yekemîn bû. Ev dibû kesê cara pêşî hatiye tespîtkirin ku bi koronayê ye.”

‘HEWCEYE MIROV HEMÛ CIVAKÊ BIFIKIRE’

Parlamenter û Bijîşk Semra Guzel bal kişad li ser vegera ji Umreyê û got: “Di çapemeniyê de xuya kir, Wezîrê Tenduristiyê daxuyanî da. Hat diyarkirin ku kesên ji Umreyê hatine kirine karantînayê û di kesekî de koronavîrus hatiye dîtin. Destpêkê ji van kesan re hat gotin ku biçin malên xwe û ji mal dernekevin. Jixwe kesên ji Umreyê tên ji malên xwe dernakevin. Tu bi awayekî destûr didî ku mêvan biçin cem wan kesan, vê vîrusê werbigirin û bi vî rengî şewbê belav bikin. Her wiha mînak dibistan kirin betlaneyê. Rast e xwendekar naçin, lê mamoste diçin. Dîsa saziyên gelemperiyê dixebitin. Dema tedbîr bên girtin, divê mirov tenê bi aliyekî nefikire, hewce ye mirov hemû civakê bifikire.” 

‘DIVÊ CIVAK PANÎKÊ NEKEVE’

Guzel da zanîn ku divê civak bi panîkê nekeve û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî kesê yekem ê testa wî pozîtîf derket hat eşkerekirin, li Tirkiyeyê atmosfereke panîkê rû da. Hejmara kesên serî li nexweşxaneyên lezgîn didin pir pir zêde ye. Di dema şewba Berazan de jî bi heman rengî atmosfereke panîkê hebû. Dema difna wan diherike yan jî dikuxin dikevin nav gumana, ‘Gelo ez bi koronayê ketime?’ Ji ber me têra xwe tespîtên koronayê ji mirovan re eşkere nekir ev panîk çêdibe. Bi qasî tê xwestin nehat diyarkirin bê mirov çawa dikarin xwe ji koronayê biparêzin. Spoteke têkildarî xweparastina ji koronayê jî dikare têr bike. Bi mijarên weke, ‘Divê mirov destê xwe paqij bigire, dema sabûn nebe bi kolonyayê jî mirov dikare destê xwe dezenfekte bike, divê mesafeya mirov bi kesên dikuxin û dipişkin re bi qasî metreyekê be, dema mirov merheba dide hev destê hev negire, hevdu hembêz neke, maç neke’ dikare agahdarî bên kirin.  Ya rastî ev tiştên pir hêsan in. Lê belê ji ber gel di vê mijarê de nehatiye serwextkirin, di nav panîkê de ye. Mînak tu dibêjî qey wê xela rabe, berê xwe didin marketan, sebze, fêkî û xurekê dikirin. Bi awayekî nepêwîst zad û qut dikirin. Dîsa maske, kolonya û amûrên dezenfekteyê kom dikin. Her wiha ev mijar ji aliyê şîrket, market û xwediyên wan ve bi awayekî xerab tê bikaranîn. Bihayê amûran zêde dikin. Yek ji tişta herî girîng a divê dewlet û wezaret bike ew e ji bo kesên bi qasî pêwîst nikarin zad, qut û amûrên dezenfekteyê bikirin, dabîn bikin. Van tiştan bi awayekî bê pere bidin gel. Me bihîst ku amûrên dezenfekte û maskeyên li korîdorên nexweşxaneyan hatine komkirin. Ev tiştekî pir xerab e. Di encam de tiştekî ku divê li nexweşxaneyê hebin. Hem ji bo xebatkarên tenduristiyê hem jî welatiyên diçin nexweşxaneyê jî girîng in. Sedem çi ye? Maske, lepik an jî dezenfekte winda dibin. Helbet eger tu van dezenfekteyan bê pere nedî, dê ev rewş rû bide. Eger tu bi mentiqa dewleta sosyal dinihêrî, tê van dezenfekteyan bêpere belav bikî û ji bo gel dabîn bikî.”

‘QADÊN JIYANA KOMÎ CIHÊN HERÎ BI TAHLÛKE NE’

Guzel der birî ku yek jî qadên jiyana komî ji bo belavbûna koronavîrusê cihên herî bi tehlûke ne û ev tişt got: “Ev dever, dibistan, kargeh, zanîngeh, zindan in. Her wiha beşa herî bi rîsk jî penaber in. Penaber niha li ber deriyên sînoran di nav şert û mercên zehmet de dijîn. Bi sedan kes heman kon, lavabo, tuwalet û banyoyê bi kar tînin. Dîsa ji heman bardaxê avê vedixwin, ji heman sêniyê xwarinê dixwin. Kesên penaber ên ji ber şer koçber bûne, kesên wiha ne ku rewşa tenduristiya wan baş nîne, bi qasî hewce dike nikarin bixwin û vexwin. Lewma di çarçoveya avakirina şertê tenduristiyê de ji bo penaberan divê tedbîr bên pêşxistin. Eger hewce bike divê tîmên tenduristiyê li cihên penaber lê dimînin werin erkdarkirin û testa wan bê kirin. Dîsa li deverên erdhej jî çêbûne bi heman rengî divê tedbîr bên girtin. Deriyê sînor ê bi Îranê re li Wanê ye û niha li wir mexdûrên erdhejê di konan de dijîn. Ev welatî jî weke penaberan di nav beşa herî bi rîsk de ne. “

‘GIRTIYÊN NEXWEŞ DI RÎSKÊ DE NE’

Guzel bal kişan li ser rewşa girtîgehan jî û got: “Divê tedbir li girtîgehan jî bê girtin. Mînak li qawîşeke 20 kesî carinan 40 kes dimînin. Di livîneke yek kesî 2 kes dimînin. Şertên xwarin û vexwarinê baş nînin. Neçar in xwarina girtîgehê bixwin, ji derveyî wê nikarin ji xwe re tiştekî weke fêkî av, dabîn bikin. Dîsa bi qasî pêwîst bike nikarin sabûnê, amûrên dezenfekteyê temîn bikin. Cihên bi rîsk in. Li gel vê di girtîgehan de bi hezaran girtiyên nexweş hene. Koronovîrus ji bo kesên nexweşiya wan kronîk, bunyeya wan zeîf û bi kanserê ne bi rîsk e. Gelek kesên bi vî rengî di girtîgehan de ne. Helbet rawestandina ziyaretan ji bo girtîgehan girîng e, tedbîrek e, lê têr nake. Gardiyan jî ji derve tên û diçin. Dîsa rêveberiya girtîgehê jî ku bi heman rengî ye ev dikarin bêyî haya wan jê hebe, vê vîrusê derbasî hundir bikin. Lewma divê tavilê girtiyên nexweş û girtiyên zarok bên berdan. Dîsa girtiyên bi zarok divê bên berdan. Bêguman cezayê kesên hikumxwar jî divê bên taloqkirin. Eger serbestberdana van kesan dê ji bo wan bi rîsk be, divê bi awayê kontrola edlî berdin. Lê ji sedî sed pêwîst e hejmara kesên di girtîgehan de bê kêmkirin. Dîsa weke girtîgehan yûrd jî cihên jiyana komî ne.” 

’VÎRUS CUDATIYÊ NAS NAKE’

Guzel destnîşan kir ku tedbîrên hewce ye şaredarî jî bigirin hene û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Divê şaredarî girîngiyeke zêde bidin dezenfekteyê. Pêwîst e, wesayîtên veguhestinê yên komî, dibistan, kargeh, park, her roj bên dermankirin. Ji ber ev vîrus bi temasê belav dibe. Mînak li gor lêkolînan koronavîrus ji çar saetan heta 9 rojan dikare li ser madeyeke plastîk bijî. Lewma eger dezenfekte neyê kirin, wê rîska belavbûnê hebe. Eger kesek bi dest, çav, dev û difna xwe temasî cihekî behsa wê hat kirin bike dikare bi vê vîrusê bikeve. Herî dawî jî mirov dikare vê bêje, divê dewlet û şaredarî mizgeft, malên cem, dêr, cihên taziyeyê dezenfekte bikin. Berî niha bi çend rojan di çapemeniyê de derket holê ku mizgeft hatine dezenfektekirin, lê dêr û malên cem nehatine dezenfektekirin. Piştî wê nûçeyê dêr hatin dezenfektekirin, lê hê jî li malên cem tiştekî wer nehat kirin. Welatiyan li gor şert û mercên xwe malên cem dezenfekte kirin. Em vê bêjin, vîrus cudatiyan nas nake. Ev vîruus li Îranê di alîkarê serokkomar û parlamenteran de jî hat dîtin. Lewma pêwîst e em vê cudakariyê, neteweperestiyê û fikra tekperest di vê mijarê de terk bikin. Eger em dibêjin tenduristiya gel, divê em vê li her cihî pêk bînin. Heke tu mala cem derman nekî, dema nexweşiyek li wir rû bide dê kesê li derve, yê diçe mizgeftê, dêrê û her wiha wê te jî bandor bike. Yek jî divê hişyarî û tedbîr bi awayekî pir ziman bên kirin. Em li cihekî ku Kurd, Tirk, Ermenî, Ereb, Suryanî di nav de dijîn dimînin, lewma hewce ye bi rengekî pir ziman ev hişyarî bên kirin.”