TEV-DEM: Li Efrînê metoda berxwedanê guherî, em ê bi ser bikevin

TEV-DEM’ê diyar kir ku li Efrînê berxwedan bi awa û tarzekî cuda didome û ew ê bi ser bikevin. TEV-DEM’ê bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze demografiya herêmê jî biguherîne.

TEV-DEM’ê îro li ser dagirkeriya li ser Efrînê û Berxwedana Serdemê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wisa ye:

“Berxwedana Serdemê ya li dijî Artêşa Tirk û çeteyên wê yên cîhadî di nava 58 rojan de fedekariyeke bê hempa nîşan da. Efsaneyên qehremaniyê û fedekarî yên dîrokî hatin nivîsandin. Ev berxwedan wê nifşên pêş dewrî hev bikin.

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ

Di heman demê de gelê me yê Efrînê bi berxwedana xwe ya dîrokî karîbû bala hemû cîhanê bikşîne ser xwe. Gelê me da zanîn ku tu carî îradeya wî nayê şikandin û tu hêz nikarin wî tune bikin. Ev berxwedan bersiva herî bi hêz a gelê me ya li dijî planên piştgirê terorîstan dewleta Tirk bû.

Berdewama êrîşên hovane û dijwariya wê di vê dema derbasbûyî de, ku artêşa dagirker hemû cûreyên çekên tunekirinê bi kar anî. Beranberî wê jî civaka navdewletî bê deng e. Ev bê dengî ji wan re şermeke mezin e, wê hişt ku êşa mirovî ya gelê me yê sivîl dijwartir bibe.

Bi taybet piştî ku piraniya sivîlên gundên Efrînê yên ji ber êrîşa Arêtşa Tirk malên xwe terik kirin û berê xwe dan bajarê Efrînê, zêdetir bû. Artêşa Tirk a faşîst û hevkarên wan ên çete di nav 2 hefteyên dawî de çembera li ser bajar asê kirin. Bi zanebûn xizmetên sereke xera kirin. Av û ceyran ji ser bajar qut kirin. Navendên tenduristiyê û nexweşxane rûxandin. Armanca wan ji vê yekê ku gelê herêmê teslîm bibe û serê xwe ji wan re daxîne. Bombebaran û topbaran ku bê navber li ser bajar pêk dihat, bû sedema metirsîna bi sedhezaran welatiyên di bajar de bûn, ev yek jî bû sedema ku ji neçarî koçber bibin. Rojên dijwar di çolê de jiyan bikin. Rêxistinên Mirovî yên navdewletî jî tu alîkarî ji welatiyan re pêşkêş nekirin. Tenê rola temaşevan li êşa gelê me mêze dikir. Jixwe dewleta Tirk a dagirker jî ev tişt dixwest.

Hevkariya Rûsiya ya bi Artêşa Tirk re, bêdengiya şermok a rêjîma Sûriyê ku biryara xwe winda kiriye û bê dengiya civaka navdewletî bûn sedema êşa mezin a gelê me yê Efrînê. Hêzên navborî ji êşa gelê me û dijwariya bi serî wan de hatiye û hîn jî didome berpirsyar e. Em ji îradeya xwe ku wê tu carî nerim nebe û em ê berxwedana xwe heta serkeftinê û têkbirina dagirkeran û hevkarên wan yên çete bidomînin. Berxwedana me wê hate rizgarkirina xaka Efrînê ku bi qehrmaniyên herî pîroz hatiye feda kirin, dewam bike.

WÊ SERFIRAZIYEKE MEZIN WERE BIDESTXISTIN

Serkeftin ne bûyereke ku di encama demeke diyar de pêk tê. Li ser vî esasî em ji gelê xwe re teqez dikin ku heta niha serkeftina Berxwedana Efrînê pêk hatiye. Qehremanên me yên QSD, YPJ û YPG dikarîbûn di nava bajarê Efrînê de demeke dirêj li dijî dagirkeran li ber xwe bidana, lê ji ber berpirsyariyên me yên exlaqî, her wiha da ku êşa mirovî ya gelê me yê sivîl zêde nebe, em ketin rewşeke ku em li gorî wê biryarê bidin. Biryara ew e ku em rêbazê berxwedanê ji bo rizgarkirina jiyana gelê me û zarokên me, parastina bajar ji wêraniyê bidin guhertin. Ji ber hêzên berberî û hov ên li dûrî nirxên mirovahiyê bi hemû hêza xwe êrîş pêk tanî.

Beryara vekişîna ji bajar li ser şervanên me yên fêrî bersivdayîna li dijî teroristan bûne û baweriya wan ew ku berxwedan jiyan e, giran bû. Lê biryara rast ji bo berjewendiya gelê me û ji bo dirêjkirina berxwedanê di asta herî bilind li Çiyayên Kurmênc ew bû. Berxwedana ku wê heta herêma me ji êrîşkaran were paqijkirin dewam bike. Çapemeniya dijmin çiqasî hewl da ku rewşa li Efrînê ji xwe û çeteyên xwe re wekî serkeftin ji xwe re û têkçûna me nîşan bide, lê em ji gelê xwe re teqez dkin û beriya her kesî soz didinê gelê xwe ku madem em li ber xwe didin, em in ên serkeftî. Em ê tu carî serê xwe ji wan re netewînin. Em soz didin şehîdên xwe ku wê tola wan nêzîk be, em nehêlin ku dijmin kêliyekê jî li ser xaka me rehet bimîne, heta em xaka xwe rizgar bikin û serkeftina mezin pêk bînin.

Em di wê baweriyê de ne, ew baweriya gelê me ye jî ku dijminê me yê hovane heger rê jê re hate vekirin wê li cem Efrînê nemîne. Vekirî vî tiştî radigihîne. Heger bi destê wî hat wê hovîtiya xwe bikşîne hemû herêmên Rojava-Bakurê Sûriyeyê, her wiha Şengal û Kerkûkê jî, heta hebûna gelê me li her derê bi dawî bike. Serokkomarê Tirkiyê isbat dike ku ew herêmeke yan partiyê hedef nagire. Wekî çawa behane ji êrîşa xwe re nîşan dida. Ew ê nikaribe ji vê nijadperestiya di serê xwe û serê her netewperestekî faşist ên Tirk de xilas bibe, heta derbeyên giran ên berxwedanana domdar a gelê me bibînin. Ne wiha be wê wekî ew û hevkarên wî dixwazin gelê me tune bibe.

DIVÊ ÇALAKÎ BIDOMIN

Em bejna xwe bi wefedarî ji hemû gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat re ditewînin. Wan jî bênavber piştgiriya berxwedana Efrînê kirin. Em ji hemûyan dixwazin ku têkoşîn û berxwedana xwe ya vê berxwedanê bidomînin. Bi şehîdan û hemû qurbaniyên êrîşan re heta serkeftinê berxwedana xwe bidomînin.

Em civaka navdewletî bi dest û rêxistinê wê yên sivîl û siyasî ji berpirsyariên wan ên exlaqî û siyasî dixin berpisyariyê. Ji bo misogeriya vegera hemû koçberan bi awayekî lezgîn li malên wan ên bi ewle. Her wiha ji bo parstina mal û milkên wan ku di nava çend rojên derbasbûyî de rastî dizî û talankariya bi zanebûn ji aliyê çeteyan û bi sponseriya Artêşa Tirk a dagirker pêk hat. Em ji hemûyan re destnîşan dikin ku pêwîst e alîkariyên lezîn bigihînin gelê me. Em ji siyasetên Serokomarê Tirkiyê yên qirêj ku dixwaze demografiya herêma Efrînê bide guhertin û nasname û çandeyek cûda li ser herêmê feriz bike, hişyar dikin. Em ji gelê xwe re radigihînin ku em ê bi hemû hêza xwe li dijî wan planên wan ên ne rewa derkevin. Wê Efrîn wekî berê bimîne. Wê bi gelê xwe dewlemend û bi rumet bimîne. Li ser vê jî wê berxwedanek dîrokî evsanewî ku wekî wê di nava dîroka nûjen de pêk ne hatiye, zêde bibe.

DIVÊ NY ZEXTÊ LI TIRKIYEYÊ BIKE

Di heman demê de em ji Konseya Ewlekariyê dixwazin ku bi lez zextê li dewleta Tirk bike ku li gorî biryar û qanûnên civaka navdewletî tevbigere. Em ji hemû raya giştî re radighînin ku ew ê wekî dagirker nêzî wan bibin, hemû mafên mirovî yên rewa bi me re heye ku em parastina hebûna xwe bikin û xaka xwe ji wan rizgar bikin.

EW Ê EFRÎN BI BERXWEDAN Û FEDAKARIYÊ WERE RIZGARKIRIN

Ne hewce ye ku em careke din ji gelê xwe yê berxwedêr bibîr bixin, gelê me yê girêdana xwe ya netewî û niştimanî nîşan da ku hemû dagirkeran û hevkarên wan qebûl nekin. Di heman demê de berxwedana li dijî wan cehşikan tiştekî divê pêk were û ji bo rizgarkirina tevahî xaka Efrînê, pîroz e. Em bi taybet meclîsa çeteyan bi nav dikin. Meclîsa ku di 18'ê Adara 2018'an de li Dîlokê di bin navê "Kongreya Rizgarkirina Efrînê" de hate lidarxistin. Em ji wan re dibêjin ku îxanet tu rewatî û serkeftinê çênake. Rizgarkirina Efrînê ne bi şopandina sîxurtiyê pêk tê, lê belê bi xeta berxwedan û fedekariyê pêk tê.

Em wan hişyar dikin ku ji wan re dibêjin wê xaka Efrînê û zeytûnên wan hatina xayînan û hin komikên bê nirx û bê qîmet qebûl neke. Sîfetna li xwe dikin ku pir li jêrî van sîfetan e, ev beşê xirab û derexlaq koletiyê dikin û dixwazin dagirkeriyê û projeya wê rewa bikin. Lê wê gelê me di dema pêwîst be tolê ji wan hilîne û wê ji her kesên bixwaze nêzî îradeya Efrîn û dîroka gelê me bibin re bibin nimûne. "