TEV-DEM'ê ji bo derxistina dewleta Tirk ji Sûriye û Iraqê bang kir

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li Kurdên li çar parçeyan û gelên Iraq û Sûriyeyê kir ku bibin yek û dewleta Tirk a dagirker ji her du welatan bi temamî derxînin.

TEV-DEM'ê li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bêdengiya dewletên hreêmê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Bi saya yekîtiya gelan, dewleta Tirk dikare bi temamî ji Sûriye û Iraqê bê derxistin."

Daxuyaniya TEV-DEM'ê wiha ye:

"Zêdeyî 100 sal in ku artêşa Tirk a faşîst li dijî gelên Rojhilata Navîn ên Kurd, Ereb, Suryen, Aşûr, Ermen û Kildan komkujiyan pêk tîne. Hêzên navneteweyî ku banga azadiyê û demokrasiyê û mafên mirovan dikin û qaşo qanûna navneteweyî, serweriya dewletan û mafê gelan ê diyarkirina çarenûsê diparêzin, li hemberî vê rewşê bêdeng in.

Faşîzma Tirk ku ji beriya bi dehan salan ve aloziyan dijî, siyaseta qirkirinê ji zêdetirî sedsalekê ve dimeşîne. Lê belê birêxistinbûn, biratî û yekbûna gelan û jiyana hevbeş a li ser esasê azadiyê û neteweya demokratîk a li gorî peymana civakî, metirsî ji terorîstan û faşîzmê re çêkir û li zêdetirî cihekî li dijî wan bi serket. Herî dawî jî tevî topbaranê û veşartina wendahiyan jî, artêşa Tirk a dagirker li xaka Başûr bi taybetî li Heftenînê û çiyayên Kurdistanê têk çû.

Hêzên Gerîla di 3 mehên berxwedana efsanewî de karîbû ku gelê Kurdistanê li Başûr, Bakur û Rojava li hemberî dewleta Tirk a dagirker rake ser piyan û serbilind bike. Lê mixabin, hêzên ewlekariyê yên başûr bi fermana hikumeta herêmê hemû xwepêşandanên aştiyane çewisand û bi hezaran rojnamevan û çalakvanên malperên tevna civakî girt, da ku têkçûna artêşa Tirk û sûcên wê li dijî şêniyên resen eşkere nekin.

Bêdengiya hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê û hin partiyên başûr li dijî destwerdana artêşa Tirk ji xaka Kurdistanê û Iraqê re, hevkarî û beşdarbûneke eşkere ji rijandina xwîna welatiyên Kurd û Iraqê re ye. Helwesta wan ne exlaqî ye û nîşan dide ku hikumeta Iraqê û hikumeta Herêmê nikarin welatiyên xwe biparêzin. Gihîşt astekê ku sedeman ji kiryarên artêşa Tirk re bibînin û çekdarên hin partiyan tevî artêşa Tirk beşdarî operasyonên leşkerî bibin, wekî ku xakekê rizgar dikin û şerekî pîroz bi rê ve dibin. Bi vê yekê ew xaka herêmê radestî dagirkerên faşîst dikin û serweriya dewleta Tirk dixin berjewendiya artêşa Tirk a dagirker ku baregehên mayînde li xaka Kurdistanê û Iraqê ava dike. Çapemeniya Tirkiyê ku bi zimanê Kurdî weşanê dike, li Başûr û Tirkiyê mêtîngeriya Tirk rewa dike.

Hikumeta AKP`ê li gorî mîsaqê millî yê Ataturkî û xewnên Osmaniyan ên berê, hewl dide herêma ji Efrînê heta Kerkûk, Heftenîn û Qendîlê û parçeyên ji Heleb û Mûsilê dagir bike. Erdogan van xewnên berê vejîn dike û mixabin hevkariyê bi hêzeke Kurd re dike ku her tim di aliyê leşkerî, çapemaniyê, civakî û bîrdoziyê de li kêleka dagirkeran disekine.

Bi yekkbûna gelan dê arêtşa Tirk a dagirker ji hemû xaka Sûriyê û Iraqê derkeve û dê li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bi hemû rêbazên rewa yên li gorî qanûna navneteweyî ku mafê berxwedanê dide gelan, têk biçe. Ji lewra, em bang li hemû hêzên azadîxwaz dikin ku li ber xwe bidin da ku bi rûmet, azadî û bêyî şer li gorî projeya demokratîk a bi îradeya gelên herêmê bijîn.

Wekî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), em bang li hemû hêzên azadîxwaz û berxwedêr ên li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê dikin ku li dijî faşîzmê û di serî de piştevanê terora cîhanî hikumeta AKP`ê ya bi serokatiya Erdogan, yek dest bin."