TEV-ÇAND: Ziman çand û nasnameya gelan e

Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir û bal kişand ser têkiliya navbera ziman, çand û nasnameyê.

Di daxuyaniya TEV-ÇAND'ê de hate gotin, "Di navbera ziman û çandê de têkiliyeke xurt heye, ji ber ku qutbûna mirovan ji zimanê xwe, qutbûna ji nasname, çand û hebûna xwe ya civakî ye."

TEV-ÇAND'ê bal kişand ser pêwendiya navbera çand û ziman û got, "Li warê Kurdan, ku yek ji gelên herî kevnar ên Mezopotamyayê ye, li navbera Dîcle û Firatê hêmanên şaristaniya destpêkê hatiye danîn. Nivîs, çandinî, cotkariya destpêkê li vê herêmê hatine kirin.

Çanda xwecihiyê ku deh hezar sal beriya zayînê li vê erdnîgariyê çêbû, di serî de Kurd zimanê Aryen bandor li tevahiya zimanên cîhanê kiriye."

TEV-ÇAND'ê diyar kir ku ji bo asîmîlekirina zimanê Kurd û tunekirina wê, di her serdemê de polîtîkaya qedexe û zextê hatiye meşandin û got, "Li gorî raporeke UNESCO, eger şer, komkujî, asîmîlasyon û qedexe dewam bike, di nava sed salî de dibe ku 3 hezar ziman tune bibin."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Bêguman zimanê Kurd yek ji van zimanên di bin xeteriyê de ye. Lê belê ji ber ku gelê Kurd dest bi axaftina bi Kurdî bernedaye, hebûna Kurdî heta niha hatiye parastin.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re firsendeke girîng û mezin afirî ku her kes bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne.

Paradîgmaya neteweya demokratîk veguherî mertalekê ku ziman, çand û nasnameya hemû gelan diparêze.

Bi navê TEV-DEM'ê em 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di serî de li gelê Kurd li hemû gelan pîroz dikin.

Tovê ziman wê li xaka Mezopotamyayê her tim şîn bibe.

Ziman çand û nasnameya gelan e. Ziman jiyan e."