Terora dewletê li Licê didome: 8 girtin

Dewleta Tirk a dagirker terora xwe ya li navçeya Lice ya Amedê didomîne. Di bin navê operasyonê de di serdegirtinên li gundan de 8 kes hatin girtin.

Operasyonê leşkerî ya di 9’ê Çileyê de, li gundên Cînezur, Derxust, Hiseynik û Mişref ên girêdayî navçeya Licê ya Amedê hatibû destpêkirin, didome. Di operasyonê de şer derketibû, leşkerek miribû, 3 leşker jî birîndar bibûn. 

Leşker piştî şer, ketin û derketina gundan girtibûn, avêtibûn ser malên gundiyan û piştî serdegirtina malan, gelek welatî destgîrkiribûn. Di 9’ê Çileyê de, li gundê Mifreş, di serdegirtina malê de welatiyê bi navê Mehmet Şah Bozkûş bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Li gundê Derxustê jî Siddik Ozkan ê 63 salî, Ferzende Ozkan, Omer Yildirim û li navçeya Hezroyê 2 kes û 4 kesên navên wan hatin zanîn di serdegirtina malan de hatibûn destgîrkirin. Hat diyarkirin ku 7 kesên ji ber îfadeyên şahidê nepen hatibûn destgîrkirin, roja Înê sewqî dadgehê hatin kirin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. 

Li gorî çavkaniyên herêmî, li gundên şer lê qewîmî operasyona leşkerî dewam dike û yekîneyên leşkerî bi wesayîtên sîvîl li herêmê digerin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin jî, ji bo çoltera gundê Hezan a girêdayî navçeyê ye, di saetên şevê de, sewqiyeta leşkerî hatiye kirin û li derdora gundê Kerwesê liv û tevgera eskerî didome.