Terora dewletê li Licê: 27 kes girtin

Dewleta Tirk a ji 9’ê Çileyê û vir ve li navçeya Lice ya Amedê êrîşên dagirkeriyê pêk aniye, heta niha bi kêmanî 27 kes girtine.

Ji roja operasyon ji esman û bejahiyê ve destpê kirî, ketin û derketina taxên bejahî ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye girtin, avêtin ser gelek malan; gelek gundî hatin gefkirin.

Di avêtin ser malan a navbera 9-18’ê Çileyê de li gel Mehmet Şah Bozkûş, Saddik Ozkan (63), Ferzende Ozkan, Omer Yildirim 8 kes bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ girtine.

Di êrîşên 19’ê Çileyê ya li taxên Sîse, Xezman û Derxust ên navçeyên navendê de 35 kes hatine destgîrkirin, ji van 19 kes hatin girtin, 7 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Piştî girtinê heyetek bi pêşengtiya HDP’ê serdana gundiyan kir. Di nava heyetê de wekîl Remziye Tosûn Semra Guzel pêşengtî kir. Gundiyan anî ziman ku roja operasyonê pir tirsiyane, heqaret li wan kirine û ji pişt ve destê wan hatine kelepçekirin.

Hate ragihandin ku dewriyeyên leşkeran ên li taxên bejahî û tevgera leşkerî ya li herêmê didome.