Temellî û heyeta pêre serdana Baroya Amedê kirin

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî yê serdana Baroya Amedê kir got: “Li Tirkiyeyê cihê herî zêde bê edaletî LÊ tê kirin dadgeh in. Bêedaletiya ku li van salonên dadgehan tên kirin, êş û azarên wê hemû welat dikişîne.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Sezaî Temellî, serdana Baroya Amed a rojên borî rêveberiya xwe ya nû hilbijartibû kir. Li gel Temellî, Parlemeterên HDP’ê yên Amedê Remezan Tosûn, Dersim Dag, Mûsa Farîsoglûllari, Îmam Taşçîer û Selçûk Mizrakli û hevserokê HDP’ê yê Amedê Fîlîz Bûlûttekîn û hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Îbrahîm Çîçek cih girtin.

Temellî û heyeta li gel li pêşiya avahiya baroyê ji aliyê Serokê Baroya Amedê Parêzer Cîhan Aydin û rêveberan ve hate pêşwazîkirin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê li vir daxuyaniyek kurt da, diyar kir ku hatine rêveberên baroyê yên nû pîroz bikin û got: “Pêvajoya li pêşiya me gelekî girîng e. Em di ferqê de ne ku pêvajoyeke berpirsyariyê ya bê rakirine. Em serkeftinê ji wan re dixwazin. Baroya Amedê wê li dîroka xwe xwedî derbikeve û rêya xwe bidomîne.

 ‘BÊEDALETIYA HERÎ MEZIN LI DADGEHAN TÊ KIRIN’

Temellî da xuyakirin ku li her deverên Tirkiyeyê li qada siyasî, têkoşîna aştî û demokrasiyê didin û wê vê têkoşînê bi biryardariyeke mezin bidomînin. Temellî got: “Li her derê bêedaletî heye. Li Tirkiyeyê cihê ku herî zêde bêedaletî tê kirin dadgeh in. Bêedaletiya ku li van salonên dadgehan tên kirin, êş û azarên wê hemû welat dikişîne.”

Temellî erkê parêzeran a di vê demê de ku li Tirkiyeyê bêedaletî di asta herî jor de ye bibîr xist û wiha pêde çû: “Parêzerên herî kêrhatî li vî welatî ne. Ji ber ku li dijî vê sîstema cezakirinê parastina bersûcan bi serê xwe mucîzeyeke. Baroyên me û parêzerên me, bi erka li hember vê sîstema paşverû ya têkoşînkirinê rabûne. Ji ber ku eger li salonên edaletê edaletek pêk were wê ev yek bi têkoşîna parêzerên me pêk were.Di vê wateyê de erka mezin dikeve ser milê Baroya Amedê, dikev ser milê baroyên li herêmê.”

‘LI TIRKIYEYÊ PIRSGIRÊKA CIDÎ YA HIQÛQÊ HEYE’

Serokê Baroya Amedê Parêzer Cîhan Aydin destnîşan kir ku baro xwedî mîrasekî dîrokî ye û ev tişt anî ziman: “Em di ferqa erkê xwe de ne. Eger hiqûq nebe, ti tişt nabe.” Aydin diyar kir ku li Tirkiyeyê bi awayekî cidî pirsgirêka hiqûqê heye û got: “Tişta bikev ser milê me em amade ne. Divê em hinek din bloka demokrasiyê firehtir bikin, bikin yek. Di vê mijarê de tişta ji destê me bê em ê bikin.”