Temellî: Tu ji desthilatdariyê bikevî wê faîz jî bikeve!

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku AKP ji desthilatdariyê bikeve wê krîza ekonomîk jî biqede. Temellî got ku “Werin em tifaqa demokrasiyê ava bikin, çareserî di rêya 3’emîn de ye.”

Konferansa Rêxistinkirina Serhedê ya HDP’ê li Wanê dest pê kir. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, hevserokên bajaran ên DBP’ê, Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan, parlementerên HDP’ê yên Kurdistanê, Dayikên Aştiyê, çalakgerên TJA’yê û rêveberên HDP’ên navçe û bajarên Serhedê tevlî konferansê bûn.

Parlementerê Dêrsimê yê HDP’ê Alîcan Onlu di destpêkirina konferansê de axivî û got ku “Peywira me ya lezgîn ev e ku em pêngava rêxistinkirinê bidin destpêkirin. Li metrepolan şîara ‘em bi siyaseta demokratîk faşîzmê hilweşînin’ û li Kurdistanê jî ‘em bi siyaseta demokratîk civakê azad bikin’ van civînan li dar dixin.

TEMELLÎ: NÊZIKBÛNA LI DOZA KURDAN, NÊZIKBÛNA LI DEMOKRASIYÊ YE

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî konferansê de axivî. Di axaftina Temellî de ev tişt derketin pêş: “Tişta ku ji Tirkiyeyê re girîng e, aştî û demokrasî ye. Ji bo çareserkirina kêşeyan faktora herî mezin doza Kurdan e. Nêzikbûna li doza Kurdan, nêzikbûna li demokrasî û aştiyê ye.

Tekane rêya rizgariyê, rêya 3’emîn e. Rêya 3’emîn wê aştî û demokrasiyê ava bike. Heke em vê nekin wê desthilatdarî şîddet û pêkutiyê zêde bike. Werin em bi hev re muzakereyan bikin û tişta ji bo civakê baş e, em bi hev re biafirînin.

Serokê Bankeya Navendî ji ber ku faîz danexistiye, ji peywirê hatiye sendin. Bi daxistina faîzê re wê muteahîtan rizgar bikin. Heke tu dixwazî faîzan daxîne, dev ji desthilatdariyê berde!

Têkoşîna li dijî faşîzmê têkoşîna gel e, lê têkoşîna tena serê xwe têr nake. Piştî hilbijartina di 31’ê Adarê de, me banga tifaqa demokrasiyê kir. Werin em bi hev re li ser Destûra Bingehîn bixebitin, em peymannameyeke mezin a civakê ava bikin. Bi vê hevdîtinê re doza Kurdan dikare were çareserkirin. Werin em tifaqa demokrasiyê ava bikin.”