Temelli: Hûn li Efrînê dagirker in!

Hevserokê HDP’ê Sezai Temelli xwest ku di cih de dawî li dorpêça ser Efrînê were û gote hikûmetê, "Hûn li Efrînê dagirker in."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli di civîna komê ya heftane ya Meclîsê de axivî.

Temelli komkujiya Gazî, Qamişlo, Helepçe, Beyazitê bi  bîr anî û got, meha Adarê meha komkujiyan e.

‘HURMETÊ BIDIN MAFÊ JIYANÊ; DAWÎ LI DORPÊÇÊ BÎNIN’

Temelli di axaftina xwe bal kişande ser kuştina zarokan a li Efrînê ya bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê û got, ‘’Li Efrînê zarok dimirin. Dema ku mirov dêhn û bala xwe bide  ser çapemeniya Tirkiyê şerek serdest e. Her roj nûçeyên ‘Îro vê saetê di TV’yan de tê gotin Efrîn hate pêçan, wê ji filan deverê bikevinê. Weke  ku li Efrînê bi sed hezaran mirov nebin, propagandaya şer dikin. Efrîn dor lê hatiye pêçan. Dawî li vê dorpêçanê bînin. Hurmetê bidin mafê jiyanê ya Efrîniyan. Mirovên li Efrînê mînaka wê ne ku mirov çawa dikare bi hev re bijîn. Nîşan dan ku mirov dikarin bi aştî bi hev re bijîn.’’

Temelli nexşeyek nîşan da ku li beşekî mezin ê sînorê Bakurê Sûriyê DAÎŞ hebû û got:

‘JI DAÎŞ’Ê NE ACIZ IN’

‘Binerin ev nexşeyek e, li ser sînor terorîst hene, DAÎŞ hene lê ev desthilatdarî ji vê ne aciz bû. Dev ji acizbûnê biqerin di nav xwe de bi têkiliyeke baş bûn. Ji 2011’an ve Efrîn tekane cih e ku şer lê nebûye. Ev 53 roj in Efrîn tê bombekirin. Ev 53 roj in hewldaneke dagirkeriyê heye ku dawî li derdoreke bêşer aniye. Divê ev bi dawî bibe. Li gel biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî jî biryar nehate standin, pêk nehat. Çima pêşiya vê nayê girtin, çima agirbest pêk naye, dema ku ev pirs têne kirin, em rastî li berjewendiya van dewletan, rastî li tifaqa gemarî tên. Niha DYA, biryareke dî ya agirbestê dide Konseya Ewlehiyê. Di biryara berê de Gutaya Rojhilat û Efrîn bi hev re dihate gotin lê vê carê Efrîn hatiye derxistin. Ev dirûtiya bazaran e. Kîjan tifaq? Tifaqa gemarî ya bazirganiyê. Tam jî van rojan, di navbeyna Tirkiyê û Boeîngê de peymaneke bi 7 milyar dolaran hatiye danîn.’’

‘DIVÊ EM DENGÊ XWE RAKIN’

Temelli got divê gelên li dijî biryara şer a Tirkiyêdengê xwe rakin û got, ‘’Divê em dijberê şer werin cem hev. Divê em bibêjin, ‘’Li Efrînê aştî û li her deverê aştî’ û dengê xwe rakin. Tenê em dikarin vê bikin. Gel dikarin vê bikin. Em derî bi derî dive biçin û jiyana hevpar û bi aştî vebêjin.’’

‘HÛN DAGIRKER IN’

Temelli li ser gotinên ‘Efrînî wê vegerin Efrînê’, ‘Em ê Efrînê ji Efrîniyan re bihêlin’ ya rayedarên AKP’ê helwest nîşan da û got, ‘’Ji OSO re Efrînî dibêjin. Em OSO baş nas dikin. Ji Efganîstan, Çeçenîstanê hatin. Li pey van OSO’yiyan hûn diçin ku Efrînê tine bikin, piştre hûn dibêjin Efrînî wê vegerin Efrînê. Efrînî jixwe li Efrînê ne. Bi ser de jî, mirovên ku ji şer reviyane xwe li vir girtine. Hûn bi OSO’yê ku dişinin wir aramiyê têk dibin. Ev 53 roj in tê bombekirin. Lê li hêla dî hûn tim dibêjin, em ne dagirker in. Israîl jî wiha dibêje, ji bo Xazzeyê. Lê Xazze dagirkirî ye. Niha hûn jî li Efrînê dagirkeriyê dikin. Hûn dagirker in. Heke li derî sînorên we ti mafekî we yê rewa nebe, bi vê rêbazê hûn bi dest bixin, ji vê re dagirkerî tê gotin. Di lîteratûrê de ev wiha ye. Di peymanên NY’yê jî ev wiha ye. Dema ku ne li hesabê we be hûn xwe kerr dikin..Dema ku li hesabê we be hûn dibihîsin. Ditirsin ku rastiya bibihîsin.’’