'Têkoşîna mafdar a gelê Kurd wê heta serketinê dewam

Kurdên li herêma Krasnodar a Rûsyayê li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê rabû û destnîşan kir ku bi yekbûna gelê Kurd wê ev êriş bên têkbirin.

Kurdên li navçeya Staroveliçovskaya ya herêma Krasnodar a Rûsyayê, têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek dan.

Bi navê girseya gel ji rûsiyên herêmê Siyabendê Wekîl axivî û êrişa dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Siyabendê Wekîl diyar kir ku ev konsepta êrişê 40 sal in li dijî gelê Kurd dewam dike û komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di nav de gelek rê û rêbaz hatine ceribandin, lê ti ji wan bi ser neketiye.

Di daxuyaniyê de işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û hate destnîşankirin ku ev yek di çarçoveya polîtîkayên înkar û tunekirina gelê Kurd de tê kirin.

Siyabendê Wekîl di dewama axaftina xwe de rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî PDK rexne kir û bi gotina 'Beriya PKK ava bibe, dewleta Tirk a faşîst hingî jî êrişî Barzaniyan dikir' nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên rayedarên PDK'ê da ku êrişên dagirkeriyê rewa dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişên tên kirin ne tenê li dijî PKK'ê ye, êriş ji bo tunekirina gelê Kurd e.

Siyabendê Wekîl diyar kir ku têkoşîna mafdar a gelê Kurd wê heta serketinê dewam bike û gelê Kurd bi yekbûnê wê van êrişan têk bibe.

Di dawiya axaftinê de hate destnîşankirin ku mîna li Garê wê dewleta Tirk a faşîst li Metîna, Zap û Avaşînê jî têk biçe.