Têkildarî Mehmet Temel ê hatî qetilkirin Baydemîr belge pêşkêş kir

Berdevkê HDP’ê Baydemîr, bi belgeyan diyar kir ku yên bi SÎHA’yan hatine qetilkirin, sivîl in. Baydemîr gelê Amedê vexwend mîtînga roja Yekşemê jî.

Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr têkildarî sivîlên ku AKP’ê ew qetil kirine, civîna çapemeniyê li dar xist.

Baydemîr di heman demê de gelê Amedê vexwend mîtînga roja Yekşemê jî û dest bi axaftinê kir û têkildarî sivîlên ku bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin belge pêşkêş kir.

‘HEMWELATIYÊN BI SÎHAYAN HATINE QETILKIRIN, SIVÎL IN’

2 hefte berê li gundê Talê yê Colemêrgê SÎHA’yan kesek qetil kir û 3 kes jî birîndar bûn. Ev 4 kes sivîl in. Hemû saziyên sivîl, baro û siyasetmedaran diyar kirin ku ev sivîl in. Mehmet Temel ê hatiye qetilkirin karê tesîsatê dike, yên din jî wekî Mehmet Temel sivîl in.

Erdogan dibêje ‘ka ev sivîl’. Va ye li vir in. Yek di gorê de ye, dudu di girtîgehê de ne û yek jî di nexweşxaneyê de ye. Ev kes beriya êrîşê bi saetekê li benda kontrolê nasnameyên wan û GBT’yan tê kontrolkirin û piştre ji van kesan re dibêjin biçin. Heke sûcdar bin, we çima ew berdan? Qada Kanîreşê cihê seyranê ye. Tekane sûcê wan kesan ew e ku, di wê saetê de li wir in.

BELGEYÊN KU DIYAR DIKIN SIVÎL IN

Kesên ku hûn ji wan re dibêjin terorîst di 23’ê Tîrmehê de cezayê trafîkê li wan hatiye birîn. Cezayê trafîkê li wan mirovan hatiye birîn ku mirovên sivîl ew bi kar dianîn. Ji ber leza zêde, ji ber ku kember girênedana hûn ceza li endamên rêxistinê dibirin?

Va ye kartên bankamatîk û krediyê yên mirovên sivîl ku hatine kuştin. Ji kengî ve endamên rêxistinê kartên krediyê û bankamatîkê bi kar tînin. Şûbeyên kîjan ATM’ê li çiyayan hene?

Derewek, bêbextiyek derewên dî jî bi xwe re tîne. Şer di heman demê de dijminê heqîqetê ye. Şer cinawirek e ku dixwaze heqîqetê bikuje. Careke dî dixwazin heqîqetê bikujin.

Va ye fatoreya elektrîkê ya mirovên ku hatine kuştin. Her meh fatoreya elektrîkê dane.

Ji bo desteka li projeya çandiniyê serî li Wezareta Çandiniyê daye. Va ye belgeya wê. Em îspat dikin ku ev mirov sivîl in, hûn jî delîlên xwe deynin. Bi kîjan heq û bi kîjan delîlan hûn sûcdariya van çar welatiyên me nîşan didin. Vê ispat bikin.

Rapora hevpar a baroyan heye. Ev rapor bi serê xwe jî nîşan dide ku hewl tê dayîn ku heqîqetê ji holê rakin.

Ya ku hatî jiyîn înfaza bê daraz e. Hemû daxuyanî û şîroveyên hikûmetê yên heta niha înfazkirina bê daraz a heqîqetê ye. Ji bo ku ev rastî dernekeve holê tenê ev welatiyên me yên sivîl nehatin înfazkirin. Di heman demê de siyasetmedarên ku dibêjin ev sivîl in jî rastî li înfazê hatin. Sezgîn Tanrikulu ji hêla organên medyayê, ji hêla berdevkên hikûmetê ve, ji hêla Erdogan ve hedef têne nîşandan. Çawa ku Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û wekîlên me bi fermana Serokê AKP’ê Erdogan ve hatin girtin, niha jî atmosfereke wiha heye. Heke tiştekî neyênî bi ser Sezgîn Tanrîkulu de were, berpirsê pêşî Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan, Wezîrê Karê Navxweyî Soylu û nivîskarên şalav in.

 ‘HÛN Ê ME LI PÊŞBERÎ XWE BIBÎNIN’

Baydemîr bi domdarî got: ‘’Sicîla SÎHA’yan li dinyayê pir xirab e. Li dinyayê heta niha bi sedan zarok û jin, konvoyên daweyan bûne hedefa van amûran. Gelek mirovên bêguneh bûne hedefa van amûran. Ev ketiye raporên NY’yê de. Kuştinên amûrê hewayî yên bê mirov ketine raporên NY’yê. Îdîaya ku amûrên bi destê mirovan têne kontrolkirin wê xetayan nekin derew e.

Ka we saeta di dest wan de jî didît? Çawa we nizanîbû mirovên ku hê beriya bi saetekê ji niqteya kontrolê derbas bûne, sivîl in. Heqîqet tê tarîkirin. Heta ku heqîqet bi hemû rengî derkeve holê em ê kêferata xwe bikin.’’