Têkildarî kuştina Efe Tektekîn ê 5 salî, rapor ji ATK'ê hate xwestin

Di rûniştina doza têkildarî Efe Tektekîn ê 5 salî de ku bi wesayita zirxî hate qetilkirin, ji Saziya Tipa Edlî (ATK) raporeke nû hate xwestin.

Li navçeya Baglar a Amedê li kolana Emekê, di 11'ê Îlona 2019'an de Efe Tektekîn ê 5 salî dema ku hewl dida derbasî aliyê din ê rê bibe, polîsê Tirk Î.A. bi wesayita zirxî lê xist û ew qetil kir.

Rûniştina 7'emîn a doza bi sûcdariya 'kuştina bi kêmasî' li polîsê Tirk Î.A. hate vekirin, li 9'emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Amedê pêk hat.

Parêzerê malbatê Mûstafa Aydin diyar kir ku ew xusûsên dijber ên di rapora ATK'ê de hatine diyarkirin qebûl nakin û ji heyeteke serbixwe rapora pispor wergirtine û pêşkêşî dadgehê kirine.

Parêzer Omer Sansarkan jî diyar kir ku rapora ATK'ê li gorî gotinên bersûc hatiye amadekirin.

Heyeta dadgehê biryar da ku ji ATK'ê rapora pispor bê wergirtin.

Rûniştina dozê ji bo 24'ê Adara 2022'an hate taloqkirin.