Tecrîda li Îmraliyê kete rojeva Meclîsa Elman

Partiya Çep, rpaorên CPT xiste rojeva Meclîsa Elman a Federal, ku CPT tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl dike.

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) ya ser bi Konseya Ewropayê, li gorî serdana sala 2019'an a li girtîgeha girava Îmraliyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê dîlgirtî ye, raporek amade kir û meha Tebaxê eşkere kir.

Di raporê de hate ragihandin ku li Îmraliyê tecrîd dewam dike. Li gel vê raporê jî Konseya Ewropa û welatên rojavayî neketin nava liv û tevgerê. Ji ber vê yekê, ji partiyên muxalefetê yên Elman Partiya Çep pêşnûme pirsek amade kir û mijar xist rojeva Meclîsa Federal.

Pêşnûme pirs bi pêşengiya parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût hate amadekirin û ji hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel hate pirsîn ku li ser tespîta CPT a ku dibêje 'Tecrîd li Îmraliyê mayinde bûye û tevî hişyariyên sala 2016'an jî hîn guhertin nehatiye kirin" çi difikire?

Di pêşnûme pirsê de bi taybetî işaret bi astengkirina serdanên parêzeran û malbatê yên li Îmraliyê hate kirin û ev pirs hate kirin: "Di hevdîtinên we de yên bi nûnerên hikumeta Tirk re, şert û mercên girtîgeha Îmraliyê tên rojevê?"

Li nava pêşnûme pirsê her wiha rapora ji 29 rûpelan a CPT ya 5'ê Tebaxa 2020'an hate eşkerekirin, hate bicihkirin. Li gorî agahiyan, rayedarên hikumeta Merkel wê hefteya bê bi nivîskî yan jî devkî bersivê bidin pêşnûme pirsa Partiya Çep. Ji ber ku Wezareta Edaletê yan jî Wezareta Karên Derve muxatabê mijarê ne, tê payin ku navekî hevpar ji her du wezaretan bersivê bide pêşnûme pirsê.

CPT: TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ MAYINDE BÛYE

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ku li 47 welatên endamê Konseya Ewropayê şert û mercên girtîgehan û kiryarên li girtîgehan lêkolîn dike, rapora xwe ya navborî piştî serdana 2019'an a li Îmraliyê amade kiribû.

Di raporê de hatibû ragihandin ku di sîstema girtîgehê de ya li Îmraliyê, ji serdana sala 2016'an û vir ve 'ti başbûnek' çênebûye û hatibû diyarkirin ku Ocalan û sê girtiyên din hîn jî hefteyê tenê şeş saetan dikarin li hev kom bibin.

CPT her wiha ragihandibû ku dema kombûna li hev a du kesan hefteyê sê saet e, kombûna di dema liv û tevgera li hewşê de ya rojane hîn jî qedexe ye. Di rapora CPT de hatibû gotin, "Girtî hemû bi giranî tecrîdkirî ne."

CPT bi bîr xistibû ku salên dawî hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi malbatê re hema bêjin qet nepêkan e, daxwazên parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî ji sala 2019'an ve tên redkirin. CPT xwestibû ku rejîma girtîhiştinê ya li Îmraliyê divê bi temamî ji nû ve bê nirxandin.