‘Tecrîd û binpêkirinên mafan bi berxwedanê dê were pûçkirin‘

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên bi sedema înfaza wan hatiye binpêkirin nayên berdan di roja 15’emîn de berdewam dike. Jinan îro serdana çalakiyê kir.

Li Wanê malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku bi sedema înfaza wan hatiye binpêkirin û nayên berdan Nobeda Edaletê dane destpêkirin di roja 15’emîn de berdewam kirin. Nobed li avahiya Baroya Wanê tê girtin. Îro jî aktîvîstên TJA’yê û rêveberên jin ên DBP’ê û HDP’ê serdana malbatan kirin.

‘GIRTIYAN TECRÎD DIKIN‘

Dayikan pêşwazî li jinan kir. Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Denîz Oztekîn axivî û destnîşan kir ku sedema neberdana girtiyên nexweş û girtiyên ku bi sedema înfaza wan hatiye binpêkirin nayê berdan tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û îdareyên girtîgehan girtiyan tecrîd dike û bi çavek neyartî li girtiyan dinêre. ^

‘DIVÊ NOBED WERE MEZIN KIRIN‘

Hevseroka DBP’a Wanê Gulderen Varli jî da zanîn ku pêwîste Nobeda Edaletê were mezinkirin û tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgeha bi berxwedanê were pûçkirin.

Serdan bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.