Tecrîd li Berlînê hate şermezarkirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Elmanya Berlînê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan meşek hate lidarxistin.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TÊKO-JIN li paytexta Elmanya Berlînê li Hermanplatzê li hev civiyan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin.

Di çalakiyê de ku piştî deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, nûnerê TCŞ'ê wiha axivî: "Azadiya Rêber Apo gelekî nêz e. Di Mijdara 2018'an de ji bo bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berxwedaneke fedayî ya dîrokî hate destpêkirin. Bi greva birçîbûnê û berxwedana rojiya mirinê, me dilsoziya bi Rêber Apo re nîşanî komplogeran û gelên cîhanê dan. Me nîşanî her kesî dan ku jiyaneke bê Rêber Apo qebûl nakin."

Berdevkê Meclîsa Kurdistaniyên Azad Huseyîn Yilmaz li qada çalakiyê axivî û diyar kir ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li qadan bin.

Di çalakiyê de li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên TJK-E, HBDH û TEV-DEM'ê hatin hildan. Li refên herî pêş ên çalakiyê wêneyekî mezin ê Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re", "Dem hatiye: Azadî ji Ocalan re" û "Serî hilde" hatin hildan.