Tayînkirina bi rengekî nelirê, kir ku doktorê sereke îstifa bike

Wekîlê AKP'ê Abdulhalat Arvas ku li Wanê nêzî 100 xizmên xwe li saziyên cemaweriyê bi cih kiriye, vê carê jî birayê şêwirmendê xwe kir midûrê Mala Doktoran a Wanê. Vê yekê kir ku Doktorê Sereke yê Nexweşxaneya Wanê Kamîl Yavûzer îstifa bike.

Wekîlê AKP'ê Abdulhalat Arvas ku li Wanê nêzî 100 xizmên xwe li saziyên cemaweriyê bi cih kiriye, vê carê jî birayê şêwirmendê xwe kir midûrê Mala Doktoran a Wanê. Doktorê Sereke yê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê Kamîl Yavûzer nerazîbûn nîşanî vê tayînkirina nelirê da û ji wezîfeya xwe îstifa kir.

Abdulhalat Arvas birayê şêwirmendê xwe Erol Baykara, Îsmaîl Baykara li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê li Mala Doktoran a Wanê kir alîkarê midûr.

Doktorê Sereke yê nexweşxaneyê Doktorê Hîndekar Kamîl Yavûzer nerazîbûn nîşanî vê yekê da ku bêyî agahiya wî jê çêbibe tayînkirin çêbûye û ji wezîfeya xwe îstifa kir.

'TU NIKARE ÎSTIFA BIKE, LI ŞÛNA XWE RÛNÊ'

Tayînkirin bi fermana Wekîlê AKP'ê yê Wanê Abdulhalat Arvas bi destê Midûrê Tenduristiya Bajar a Wanê Mahmût Sunnetçîoglû ve hate kirin.

Piştî ku Yavûzer îstifa kir, li gorî agahiyan Sunnetçîoglû bi doktorê sereke re axiviye, bi gotina 'Îstifa neke, li şûna xwe rûnê' hişyarî daye.

Rageşiya ku piştî vê tayînkirinê rû da, dewam dike.