Taniş û Denîz hatin bibîranîm: Wan li hemberî gefan stûyê xwe xwar nekirin

Serokê HADEP’ê Serdar Taniş û rêveberê partiyê Ebûbekir Denîz hatin bibîranîn ên ku piştî hatibûn destgîrkirin, hatibûn windakirin.

Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Silopiyayê, Serokê Rêxistina HADEP'ê ya Navçeya Silopiyayê ya Şirnexê Serdar Taniş û rêvebirê navçeyê Ebubekîr Denîz ku di 25'ê Çileya 2001'an de piştî ku hatibûn destgîrkirin, hatibûn windakirin. Taniş û Denîz hatin bibîranîn. Malbata Taniş û Denîz, parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hesen Ozguneş û rêveberên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê tevlî bernameye bûn a ku li avahiya HDP'ê ya navçeyê hat lidarxistin. Bîranînê bi rêzgirtinê destpêkir û pankarta "Em şopdarê rêya we ne" hat vekirin.

Di bîranînê de destpêkê Hevserokê HDP'a Silopiyayê Kadîr Kûnûr axivî û diyar kir ku heta ku faîl bên dîtin ew ê tebikoşin û heta dawiyê li pey şopa Denîz û Taniş bin. Piştî Kûnûr birayê Serdar Taniş, Yakup Tanış axivî. Taniş jî bal kişand li ser nedîtina faîlan û wiha axivî: "Serdar û Ebûbekîr rêhevalên hev bûn. Her tim ji hêla rayedarên dewletê ve bi kuştinê dihatin tehdîtkirin.Lê tevî hemû gefên kuştinê jî Serdar û Ebubekîr paşde gav neavêtin. Heta ku şehîd ketin jî weke lehengên gelê Kurd bûn. Di vê berxwedan û oxira de canê xwe dan. Îro gelê me li ser piyan e û têkoşîna wan didomîne. Em malbata wan, em ê şopdarê doza wan bin û em ê tu caran li hemberî zilmê stûyê xwe netewînin."

Piştî Taniş jî parlementer Hasan Ozgûneş jî axivî. Ozgûneş jî anî ziman ku têkoşîna Taniş û Denîz rêya wan ronî dike û wiha got:" Em her du hevalên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Têkoşîna wan hêzê dide me. Em hêza xwe ji wan digirin. Em ji van dagirkerên bêexleq, bêwîjdan û faşîzan re dibêjin ku heta ku dayikên Kurd hebin wê zarokên wan jî li hemberî zilmê têbikoşin. Berdela wê çiqas giran be jî em ê doza pakrewanên xwe bidomînin."

Piştî axaftinan bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.