Talankerê Tûşbayê ji xwe re meqamek çêkir

Talanker Salîh Akman ku di hilbijartinê de bi rêjeyeke bilind têk çû û ji aliyê AKP'ê ve weke 'şaredar' hate tayînkirin, ji xwe re meqamek bi navê 'wekîlê şaredar' çêkir û odeyek ji xwe re amade kir.

Di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an de HDP'ê bi rêjeyeke bilind a dengdan Şaredariya Tûşbayê ya Wanê bi dest xistibû. Lê belê AKP'ê bi hinceta 'bi biryarnameyê ji wezîfeyê hatine dûrxistin' mazbata neda hevşaredarên HDP'î. Li şûna wan jî Salîh Akman ê AKP'î tayîn kir. Akman niha jî dest danî ser odeya endamên meclîsê yên HDP'î.

Akman ji xwe re meqamek bi navê 'wekîlê şaredar' çêkir ku li mewzûata şaredariyê nayê û ev ode jî kir ya xwe.

Di hilbijartinên xwecihî de 20 endamên meclîsa şaredariyê ji HDP'ê hatin hilbijartin. Piştî hilbijartinê 5 endamên meclîsa şaredariyê yên HDP'î ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirk ve ji wezîfeyê hatin dûrxistin.

Hevşaredar Ayşe Mînaz a HDP'î ku di hilbijartinê de bi ser ket, lê belê mazbataya wê nedan wê, diyar kir ku Akman ji mûxalefeta wan aciz e, lewma mobbîngê li wan dike.

Mînaz got, "Odeyeke meqamê bi navê wekîlê şaredar nabe. Kesekî welê ye ku di navbera wî û encûmenên partiya wî de pirsgirêk hene. Bêyî ku ji me bipirsin odeya me betal kirin. Xuya ye naxwazin em bên şaredariyê. Mûxalefeta me ya demokratîk ew aciz kir. Ji bilî lêkolînkirina ewraqan naxwazin em li devereke din lêkolînê bikin. Destûrê nadin ku em li avahiya nû ya şaredariyê lêkolînê bikin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û bibin dengê gelê xwe."

LI DIJÎ HDP'IYAN CÎHAZA X-RAY DANÎN

Endamê Meclîsa Şaredariya Tûşbayê yê HDP'î Servet Aktaş jî destnîşan kir ku Akman dijminatiyê li endamên meclîsa şaredariyê dike yên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin.

Aktaş got, "Tenê ji bo dest deynin ser odeya me ji xwe re meqamek çêkir. Li devereke din a Tirkiyeyê û di qanûnê de meqameke bi navê 'wekîlê şaredar' nîne."

Aktaş got, "Li pêşiya şaredariyê, welatî hemû bêyî ku lêgerîn li wan bê kirin dikevin hundirê avahiya şaredariyê. Lê belê em endamên meclîsa şaredariyê neçar tên hiştin ku di cîhaza X-Ray de derbas bibin. Li gel vê polîtîkaya Akman em ê qada demokratîk neterikînin û destûrê nedin bêhiqûqiyên wî."