TAJÊ salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir û got “Bi saya PKK’ê gelê Êzidî ji hovîtiya DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 41'emîn a damezrandina PKK'ê pîroz kir.

 Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) salvegera 41'ê ya avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê, roja vejîn û hebûna gelê Kurd û tevahî gelên bindest di serî de li Rêber APO, hemû şehîdên şoreşê, gelê Kurd û li tevahî mirovatiya azadîxwaz pîroz dikin.

Bi fikir û felsefaya Rêber Apo, PKK di sala 1978’an de ava bû. Bi derketina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê jiyana azad li ser axa Mezopotamiya ji nû ve şîn bû. Di Têkoşîna PKK’ê ya çekdarî û siyasî de ya dikeve 42 saliya xwe, dîrok bi tîpên zêrîn nivîsandine. Li Kurdistan û seranserî cîhanê PKK’ê bûye îrade, vîn û hebûna gelan.

Em gelê Ezidî bi taybetî jinên Êzidî PKK’ê hebûn û îradeya xwe dibinin. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de PKK bû hêviya bi hezaran gelê Êzidî. Bi saya hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê re bi sedan jin, zarok, kal û pîrên Êzidî ji komkujî û hovîtiya DAÎŞ’ê hatin rizgar kirin.

Eger ku îro em dikarin azad li ser axa xwe bijin, ev tişt bi fikr û felsefeya Rêber Apo û ya PKK’ê ava bûye.

Em careka din, Tevgera Azadiya Jinên Ezidî roja Cejna Vejînê li tevahî jinan pîroz dikin.”