TAJÊ li dijî komkujiya li Til Rifatê bang kir

TAJÊ li dijî komkujiya ku dewleta Tirk li Til Rifatê kir bang li rêxistinên mafên jinan û zarokan kir ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û qirker helwesteke hîn xurt nîşan bidin.

Tevgera Azadiya Jinê ya Êzidî (TAJÊ) ji ber komkujiya ku dewleta Tirk li Til Rifatê kir daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî vê komkujiya hovane şermezar dikin û bang li hemû rêxistinê ku mafê mirovan diparêzin, mafê Zarokan diparêzin dikin ku helwestekî bêtir radikal nîşan bidin û çavên xwe beramberî vê şiddeta ku tê maşandin negirin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ji 9'ê Cotmehê ve êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî miletê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin û ev zêdeyî 40 roj in agirbest tê binpêkirin. Rejîma Erdogan bi rengekî bêdawî zêdegaviyê dike. Li ber çavên dinyayê komkujiyan dike. Yên ku di encama van êrişan de ji warê xwe koçber bûne dibin hedefa komkujiyan.

Êrîş ne ji 9'ê Cotmehê ve dest pê kirin. Ji sala 2018'an ve dewleta Tirk a faşîst bi balafirên xwe yên şer bi mehan êriş li Efrînê kir û hişt ku milletê wê deverê koçberî herêmên derdorê weke Şehba bibin. Ev millet zêdeyî saleke di nav kampan de jiyan dike. Bi êrîşên xwe yên herî dawî êdî Zarokan jî hedef digire. Li Til Rifatê 10 kes Şehîd ketin, 8 ji wan Zarok bûn û nezî 10 kes jî birîndar bûn. Beramberî vê komkujiyê hemû cîhan bê deng maye.

Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî vê komkujiya hovane şermezar dikin û bang li hemû rêxistinên ku mafê mirovan diparêzin, mafê Zarokan diparêzin dikin ku helwestekî bêtir radikal nîşan bidin û çavên xwe beramberî vê şiddeta ku tê maşandin negirin. Milletê Bakûr Rojhilatê Sûrî li demên herî zahmet de, di nav fermanê de xwedî li Jin û Zarokên Êzîdiyan derketin û bi alikariya wan heya roja me a îro Zarokên me ên ku dîl hatibûn girtin dikarîn vegerin malbatên xwe.

Li ser vê esasê jî em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bang li hemû kesên xwedî wijdan, rêxistinên mirovî, ên sosiyalîst dikin ku bi çalakiyên xwe li qadan bin û xwedî li milletê Bakûr Rojhilatê Sûrî derkevin heya ku Sûcdar bên dadgehkirin. Hedefa wan ne tenê herêmek girtinê û demografyayê Bakûr Rojhilatê Sûrî guhertine, di serî qetil kirina milletê Kurd e û hemû netewên ku bi pergala konfederalîzma demokratîk dijîn."