TAJÊ êrişa dewleta Tirk a li Kobanê şermezar kir

TAJÊ êrişa ku dewleta Tirk a dagirker li Kobanê kiribû û ciwanên Kurd qetil kiribû, şermezar kir û got, "Çawa ku me li beramberî DAÎŞ'ê li ber xwe dan, em ê bi hev re li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk jî li ber xwe bidin."

TAJÊ bi daxuyaniyeke nivîskî êrişa ku dewleta Tirk a dagirker li Kobanê kiribû, şermezar kir.

Di daxuyaniya TAJÊ de ev tişt hate diyarkirin:

"Dewleta Tirk a dagirker di vê dema dawiyê de erîşên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê û Şengalê zêde kiriye û her roj komkujiyan pêk tîne. Erîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê ji erîşên ser civaka Êzidî ya li Şengalê ne cuda ne û armanca wan yek e.

Di pêvajoya erîşên DAÎŞ’ê yên li Suriyeyê û Iraqê de, Kobanê û Şengal bûne keleha berxwedanê û cara yekê DAÎŞ li Kobanê û Şengalê têk çû. Di wê demê de bi hezaran ciwanên Kurd ji çar parçên Kurdistanê berê xwe dan Kobanê û tevlî berxwedana li dijî DAÎŞ’ê bûn. Dewleta Tirk temamkarê projeya DAÎŞ’Ê li Suriye û Iraqê ye. Ya ku li beramber projeya DAÎŞ’ê bû asteng berxwedana mezin ya Kobanê û Şengalê bû. Di encamê berxwedana dîrokî ya şervanên azadiyê li Şengal û Kobanê DAÎŞ cara yekê bin ket. Dewleta Tirk ya dagirker bi tu awayî têkçûna DAÎŞ tehemmul nake, ji ber vê jî van êrîşa pêk tîne. Piştî tunebuna DAÎŞ’ê ya ji aliyê fîzîkî de dewleta Tirk Efrîn, Serêkanî û Girê Sipî dagir kir û sedan kiryarên derveyî exlaqê mirovahiyê pêk tîne. 

Bi taybetî êrîşa herî dawî ya balefirên bê mirov ya ku dewleta Tirk li ser komek ciwanên şoreşger pêk anî, armanca wê ev e ku civakê di şexsê ciwanan de têk bibe. Ji ber ku bi hêz û enerjiya ciwanan civak xwe li ser lingan digire.

Em Tevgera Azadîya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) erîşa balefirên bê mirov yên dewleta Tirk ya dagirker li ser ciwanên şoreşger yê Kobanê û bêdengîya heyî li beramberî van erîşan bi tundî şermezar dikin. Em sersaxî ji malbatên şehîdên ku di encama êrîşa hovane ya dewleta Tirk ya dagirker li Kobanê şehîd bûne re dixwezin û dibêjin bila serê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û serê Rêber Apo sax be. Her wiha şifaya xêrê ji birîndaran re dixwazin. 

Çawa ku me li beramberî DAÎŞ’ê li ber xwe da, em ê bi hev re li beramberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk jî li ber xwe bidin. Em civaka Êzidî bi taybet jinên Êzidî heya dawiyê li pişta gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê ne, em ê ji bona azadiya xwe heya dawî têbikoşin."