Tahîr Elçî li Amedê hate bîranîn

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi meşeke girseyî ya heta ber Minareya Çar Ling hat bibîranîn.

Baroya Amedê û Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî di 4’emîn salvegera qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de bibîr anîn. Bi bi beşdariya serokên 25 baroyan û sedan parêzer li ber Dadgeha Amedê kom bûn û pişt re heta Minareya Çar Ling a Sûrê ku Elçî li berê hatibû qetilkirin meşiyan. Meş û daxuyanî di bin dorpêçkirina polîsan de pêk hat. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Salîha Aydenîz û Ebrû Gunay, Parlamenterê CHP’ê yê Sezgîn Tanrikulu jî beşdarî bernameya bîranînê bûn. Serokê baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarên Bûrsa, Aydin Antalya jî amade bûn. Parêzeran di meşê de pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan û bênavber dirûşmên “Tahîr Elçî bêmirin e” û “Tahîr li vir e kujer li ku ne?” berz kirin.

‘ÊDÎ BEHSA AŞTIYÊ JÎ NAYÊ KIRIN’

Girseyê deqîqeyek rêz girt û saet di 10.53’an de yanî di kêliya Elçî hat kuştin de daxuyaniya çapemeniyê dan.

Piştî rêzgirtinê Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin daxuyanî da û bi bîr xist ku Tahîr Elçî 4 sal berê li ber Minareya Çar Ling hat kuştin. Aydin da zanîn ku ew ê Elçî bi dijderketina şer û aştîxwaziya wî bibîr bînin û li welat her ku diçe mafên mirovan ber bi nebaşiyê ve diçe û cînayetên faîlê nediyar bi hevkariya îdareyê û darazê tê niximandin û êdî behsa aştiyê ku xeyala Elçî bû jî nayê kirin.

Piştî Aydin, hevjîna Elçî, Turkan Elçî axivî û wiha got: “Em dîsa hatin ber deriyê Minareya Çar Ling. Dîsa navberek serê sibê û nîvro ye. Dîsa saet 10.53 e. Em hatin vir ku îbretiya hiqûqê û temenek kurt ê zêmarekî ji vê kolana kevir re bêjin. Dîsa di laşê me de birîn û kedera dil e. Di tariya şevê de bêhna mirinê tê. Piştî çûyîna te di dilê me de bajarek xerabeyî radikeve. Ji bo çi şiyar nabe. Kuçeya ku tu lê raketî şikestî ye û ji hevde ketî ne. Ku ez bêjim çûyîna te me bi tenê hişt lê wê her tişt kêm bimîne. Yê ku ji vê kuçeya teng kêm bû tu bûyî. Ya kû zêde bû mirin bû. Pişt re her tişt kêm bû. Mesele aramiya me, azadiy me, hêviyên me kêm bûn. Were me ji vê qelebalixiya bêdeng rizgar bike.

ME EDALETÊ NEANÎ VÊ KUÇEYÊ

Dîsa em hatin deriyê minareya çar ling. Dîsa meha Mijdarê ye. Dîsa payîz e. Kefa destê me vala ye. Dilê me li ser dilê me ye. Me edalet neanî vê kuçeyê. Edalet di bêkesiya şevê de ye. Tu çuyî ji malê û li mala me ji bilî êşê tiştek nîne. Şer hêsirên çavê me ziwa kir. Mirî di xîza deryayên çavê me de ma. Tu çûyî û mirinên bêwext zêde bûn. Em bi tenê man, were me rizgar ji vê neheqiyê. Te dilê xwe da destê xwe û hatibûyî vê kuçeyê. Tenê hatibûyî. Ji bo tu mirinan rawestînî lê mirin zêde bûn û tu bi ku ve çûyî.

HEVKARÊN KUJERAN IN

Em hatin ber kevirên reş. Ji roniya xwe ber bi tariyê ve qîr bike. Ji me re behsa pîroziya jiyanê bike. Wek ku tu bi salan li dijî îşkence û neheqiyê derketî û xwedî li maf, hiqûq û fikirandina azadiyê derketî, dîsa qîr bike. Te ferqiyê nexist navbera dîn, ziman û nijada tu kesî. Te ji bo her kesî jiyanek wekhev û edalet dixwest. Rabe û carek din edaletê û hiqûqê nîşanî van kesên li kujeran nagerin û hevkariya kujeran dikin bide.

Qîr bike di piştê de lêdana aştîxwazek namerdi ye. Belkî vê şeva bêsibeh biqede. Belkî zilm bêdeng bibe, xwîn bisekine, belkî çarenûsa me derkeve ser rastek xweştirîn.

Dîsa em hatin deriyê minareya çar ling. Dîsa elemek ku raketiye û ji erdê ranabe. Dixwazin bi me bidin bawerkirin ku mirina te mirinek tesadufî ye. Lê em dizanin roj bi roj hikmê hiqûqê kêm dibe, ser maf tê girtin û kujer dest û milê xwe dihejînin û di kuçeya me ya kevir de dimeşin. Em ê heta dawiya emrê xwe werin vir.”

Piştî axaftinan girseyê qurnefilan danîn cihê Elçî lê ketibû û ber Minareyê û bernameya li vir bi dawî bû. Parêzer ji ber Minareya Çar Ling çûn serdana gora Elçî ya li Goristana Yenîkoyê.