TÛHAY-DER: Girtîgeh bûne warên mirinê

TÛHAY-DER’ê derbarê Ramazan Tûran ê ku li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû, daxuyanî da û got “Girtîgeh bûnê warên mirinê”

Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛHAY DER) a Wanê têkildarî Ramazan Tûran ê 70 salî ku duh li Girtîgeha Wanê jiyana xwe ji dest dabû, daxuyanî da.

Daxuyanî li Kuçeya Hunerê pêk hat û rêveberên HDP, DBP, MEBYA-DER û aktîvîstên TJA’yê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Rêveberê TÛHAY-DER’ê Adil Koçak daxuyanî xwend û diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê sepandin li tevahiya girtîgehan belav bûye û bûye sedemê zêdebûna binpêkirinên mafan. Koçak anî ziman ku di şexsê Ocalan de tecrîd li ser tevahiya gelê kurd û muxalîfan hatiye tecrîdkirin û kesan ji azadiyê wan bêpar dihêle û ev jî dibe sedema hejmara girtinan zêde bibe. Koçak got her roj bi dehan binpêkirinên mafan li girtîgehan diqewimin û got: “Tevî ku ewqas binpêkirina mafan û îşkence tê kirin jî rayedar û berpirsiyar xemsar in.”

Koçak destnîşan kir ku ragirtina Ramazan Turan a di hucreya yekkesî de nêzîkatiyek ji wîjdan û mirovatiyê dûr e û got: “Di nava sê mehên dawî de girtiyên jiyana xwe ji dest dan, demên gelek dirêj bûn bi awayek li dijî rûmeta mirovahiyê bi tena serê xwe diman. Hêj girtî jiyana xwe ji dest didin û rûmeta mirovahiyê tê binpêkirin. Girtîgeh bûne warên mirinê. Bêparêzeran otopsiya girtiyan dikin. Otopsiya Tûran jî wisa kirin. Qeyûm darbest û wesayîta cenaze neda malbata Tûran. Ev şerma mirovahiyê û şerma Tirkiyeyê ye. Em bang li desthilatdariyê dikin ku demildest dest ji van polîtîkayên xwe berde. Em deng û piştgiriyê bidin nobedên edaletê yên malbatên me li Wan û Amedê dane destpêkirin.”