'Sûrê pêşkêşî alîgirên AKP'ê dikin'

Endamê Meclîsa HDP'ê Necatî Pîrînççîoglû nerazîbûn nîşanî firotina malên Şaredariya Sûrê da û diyar kir ku Sûr bi destê walîtiyê pêşkêşî alîgirên AKP'ê tê kirin.

Li Amedê, qeyûmê AKP'ê Abdullah Çîftçî ku tayînê Şaredariya Sûrê hatiye kirin, beriya hilbijartinên xwecihî 14 erseyên şaredariyê ku di nav sînorên Zanîngeha Dîcleyê de ne, bi bihayê 44 milyon û 123 hezar TL'yî da ber firotinê. Endamê Meclîsa HDP'ê Necatî Pîrînççîoglû têkildarî firotina malên Şaredariya Sûrê ji ANF'ê re axivî. Pîrînççîoglû diyar kir ku bîra Sûrê bi destê walîtiyê pêşkêşî alîgirên AKP'ê tê kirin.

'SÛRÊ PARÇE PARÇE PÊŞKÊŞÎ ALÎGIRÊN XWE DIKIN'

Pîrînççîoglû bi bîr xist, sê sal in 95 şaredariyên DBP'ê ji aliyê qeyûman ve tên birêvebirin û ev qeyûmên ku hêza xwe ji desthilatdariyê digirin îmze avêtine binê gelek nelirêtiyan. Pîrînççîoglû anî ziman, qeyûmên AKP'ê bi van nelirêtî û talanê di sedsala 21'ê de li bajarên Kurdan wek waliyên mêtingeh kar dikin û wiha axivî: "Piştî li şaredariyên DBP'ê qeyûm hate tayîn kirin, polîtîkaya talankirinê dan destpêkirin. Gelek herêm bi rêya îhaleyan pêşkêşî alîgirên xwe kirin û gelek cih jî bi demekî dirêj wekî kiraya dan alîgiran. Dîsa beriya hilbijartinên xwecihî 14 erseyên şaredariyê ku di nav sînorên Zanîngeha Dîcleyê de ne, bi bihayê 44 milyon û 123 hezar TL'yî dan ber firotinê."

'ŞAREDARÎ TALAN KIRIN Û DI BIN DEYNAN DE HIŞTIN'

Pîrînççîoglû da zanîn, qeyûmên ku tayînê şaredariyan hatine kirin, şaredarî hemû talan kirin û di bin deynan de hiştin. Pîrînççîoglû, di dewama axaftina xwe de pankarta bi navê 'Ji Şaredariya Sûrê erseyên firotinê' ku ev du hefte ne li kolanên Amedê hatine daliqandin, bi bîr xist û da zanîn ku bîra Sûrê bi destê walîtiyê pêşkêşî alîgiran tê kirin. Şaredariyên Kurdistanê di dîroka xwe ya şaredariyê de her tim bi milê gelê xwe têkoşînek mezin daye meşandin. Lê belê sê salên dawî qeyûmên AKP'ê nerêlitî kirin û şaredariyên Kurdistanê hiştine di binê deynan de. Qeyûmên AKP'ê gelek deyn ji Îlbanqê kirîne û şaredarî dibinê deynan de hiştine. Her wiha pereyên belêndaran jî nedane û piştî hilbijartinê wê ev krîza AKP'ê derkeve holê."

'EM Ê RÊ NEDIN VÊ BÊEXLAQIYÊ'

Pîrînççîoglû da xuyakirin, berî niha hemû nerêlitiyên qeyûman eşkere kirine û wiha got: "Qeyûmên AKP'ê yên tayînî şaredariyên DBP'ê kirine bi şêwazê talankirinê erseyen girêdayî şaredariyê desteser kirin û bi rêyên veşartî pêşkêşî aligirên xwe kirin. Piştî ku ev hatin eşkerekirin, niha jî bi rêya îhaleyan erseyan dan ber firotinê. Bi firotina erseyen Sûrê dixwazin bîra dîrokî ya Sûrê tine bikin. Li bajêr qedîm Sûrê, ev demek dirêje qedexeyek bêexlaqî, bêhiqûqî, ne siyasî û ne mirovahiyê dewam dike. Em ê rê nedin vê bêexlaqiyê. Odeya Endezyarê Amedê têkildarî mijarê doz li Şaredariya Sûrê vekirine. Di rojên bê de em ê jî doz vekirin û heta dawiyê wê destê me di qirika talankaran de be. Em ê bi ti awayî nehêlin ku Amedê bidin ber rantê û em ê bi gelê xwe re mil bi mil li dijî zîhniyeta mêtînger di 31'ê Adarê de bi ser bikevin û qeyûman li ser vê axê bikin der."