Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Sûlava Miradiyê dîsa şên bû

Sûlava Miradiyê ku bi HES’ên ku li ser çêdikin dixwazin tine bikin, bi zêdebûna ava wê re, ji çavan re şahiyekê çêdike.

Sûlava Miradiyê ya li ser Çemê Bendî Mahî ya navçeya Miradiyê ya Wanê, bi helîna berfê re ava wê zêde bû. Sûlava Miradiyê ku ji 20 metroyan bilind bi jêr ve xwe berdide, her demsal bi rengekî dîtir ê xweşik e. Tim mirov diçine serdana Sûlavê, li rex wê cihê seyranê hene.

Sûlava Miradiyê ku yek ji berhemeke bêhempa ya sirûştê ye û Çemê Bendî Mahî ku yek ji wan cihê sereke ya zêdebûna masiyên încî kefali ye, bi HES’an hewl tê dayin ku were tinekirin. Bi HES’a ku hema li jora sûlavê hatî çêkirin, havînan ava ser wê qut dibe. Bi qutkirina avê ya ji ser sûlavê ya ji bo HES’ê,sûlav û çemê Bendî Mahî ziwa dibin. Ev rewş dibe sedem ku masiyên incî kefali yên ku tenê li Gola Wanê dijîn û bi hezaran zindiyên ku geliyê bimirin.

BI HEZARAN KES DIÇINE SERDANÊ

Bi havînî re, piştî ku dinya bi carekê re germ dibe, ji Wanê, navçeyên derdorê bi hezaran mirov têne Sûlava Miradiyê. Dîmene xweşik a sûlavê ku ji 20 metrotî bilind diherike jêr, hem jî ji ber ku cihên seyranê û bêhnvedanê jî li cem hene gelek mirov diçine serdana wê. Ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ji welatên din jî turîst têne serdanê.

EM VAN XWEŞIKIYAN BIPARÊZIN

Halîl Aslan ku ji Stenbolê hatiye sûlavê bibine, got sûlavê û derdora wê pir bandor lê kiriye, divê ev hawîrdora sirûştî were parastin û got, ‘’Divê her kes vê xweşikiya sirûştî bibine. Ji ber ku dengê avê û dîtbariya sûlavê bêhna mirov vedike û dike ku mirov jê re hijmetkar bimîne. Ev deverên wiha her ku diçe namînin. Li ser vir HES hatine çêkirin. Li cîhanê deverên wiha têne parastin lê mixabin li welatê me têne tinekirin. Li her deverê HES û bendavan çêdikin. Sirûşta me dibe qurbana pere û rantê. Ez bang li her kesî dikim ku van bedewiyan biparêzin.’’