Sûîqesta li Mam Zekî û pirsên li benda bersivê ne

Tevî ku di rojevê de nebû, Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî çû Tirkiyeyê. Li gorî daxuyaniyên fermî, di serdanê de pirsgirêkên avê, ewlekarî û aboriyê hatine nirxandin. Rojek piştî ku ji Enqereyê vegeriya endamê Koordînasyona Êzidiyan Mam Zekî şehîd xistin.

TÊKILIYÊN IRAQ-TIRKIYEYÊ: Serokwezîrê niha yê Iraqê ji roja bû Serokwezîr û vir ve bi daxuyaniyên xwe yên li ser Tirkiyeyê bal dikişand ser xwe. Daxuyaniyên wî bi giranî nerazîbûna ji ber desteka AKP'ê ya ji bo DAÎŞ'ê bû. Wekî din, ji ber ku AKP bi hesabên li ser Kerkûk û Mûsilê tevlî karê navxweyî yê Iraqê dibû, têkiliyên pê re nebaş bû. Aliyekî din ê sedema nakokiyan, hebûna Tirkan a li Başîka bû. Rêveberiya navendî ya Iraqê ji ber hebûna leşekrên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê gelek caran nerazîbûn nîşan da. Dema ku li Iraqê ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê Heşdî Şabî hate avakirin, Tirkiyeyê tevî PDK'ê li Başîka û derdora wê rêxistineke mîna DAÎŞ'ê ya bi navê Heşdî Watanî ava kir û karên navxweyî yên Iraqê tevlîhev kir. Vê yekê pirgirêkên navbera Tirkiye û Iraqê derxist asta herî bilind. Ji berv ê yekê jî Ebadî daxuyaniyeke tund da û got, "Ya Tirkiye wê hêzên xwe ji Başîka vekişîne, ya jî em ê dest lê werdin." Tirkiyeyê jî got, "Em bi daxwaza PDK'ê li wir in û jê derkevin." Piştre dema ku operasyonên bi desteka koalîsyona navneteweyî li dijî DAÎŞ'ê li Iraqê dest pê kir, hêzên Heşdî Watanî ji holê rabûn. Xuya ye hêzên navneteweyî hin temînat dane Tirkiyeyê û bi vî rengî ew îqna kirine. Piştî wextekê tiştekî bi navê Heşdî Watanî nema. Vê carê çek da Eniya Tirkmen a Iraqê û ew derxist pêş.

LIHEVKIRINA KU NAV LÊ NEHATIYE KIRIN: Pirsgirêkên navbera Iraq û Tirkiyeyê çareser nebûn, lê mîna ku hatine rawestandin. Sedema rawestandina nakokiyan jî, referandûma 25'ê Îlonê ye ku bi pêşengiya PDK'ê li Başûrê Kurdistanê hate kirin. Piştî referandûmê Tirkiye û Iraq bêhtir nêzî hev bûn. Mirov dikare bêje ku di mijara 'Dijminê hevpar' de gihîştin hev. Ev yek nayê wê wateyê ku nakokiyên navbera Iraq û Tirkiyeyê qediyane. Meha Kanûnê dewleta Tirk careke din dest bi dagirkirina herêma Bradostê kir. Ji meha Nîsanê û pê ve xwest vê hewldana dagirkirinê berfireh bike. PDK û Iraq bi ti awayî li ber vê dagirkeriyê ranebûn. Bi daxuyaniyên Nêçirvan Barzanî û Sefîn Dîaî re hewl hate dayin ku dagirkerî bê rewakirin. Iraqê jî ti nerazîbûn nîşan neda. Mîna ku di navbera Tirkiye, Iraq û PDK'ê de peymaneke veşartî ya nav lê nehatiye kirin heye. Weke ku planeke heye ku dewleta Tirk cihê dagir bike radestî dewleta Iraqê bike.

ŞANTAJA AVÊ: 12'ê Gulanê hilbijartinên parlamenta Iraqê hatin kirin. Encamên hilbijartinê hatin eşkerekirin, lê hikumeta nû ava nebû. AKP ku ev yek ji xwe re weke firsendekê dît, ji bo Kerkûkê tevlîhev bike, komên çete ava kir û tevî DAÎŞ'ê xiste nava liv û tevgerê. Li bajarê Basra yê Iraqê û bajêrn din ên başûr xwepêşandanên gel dest pê kirin. Di demeke wiha de Tirkiyeyê ava Çemê Dîcleyê ya diçe Iraqê kêm kir. Ev yek jî weke ku Erdogan dixwaze xwepêşandan û pirsgirêkên li Iraqê girantir bike hate şîrovekirin. Ji bo pirsgirêka avê û pirsgirêkên hikumetê, Sûniyên li Iraqê heyetek şand Enqereyê. Rayedarên Tirk ên bi heyetê re rûniştin, gotin ku ji bo berdana avê divê hin şertên wan bi cih bînin. Şertê sereke jî şidandina zextên li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Dengê xwe li operasyonên dewleta Tirk dernexînin. Hatibû gotin ku heyeta Sûnî ya Iraqê ev şert qebûl kiribû û gotiye ku wê ji Ebadî re ragihîne.

SERDANA SURPRÎZ: Hevdîtinên di nanvbera hikûmet, serokwezîr, serokên dewletan de beriya ku werin kirin têne ragihandin. Naveroka hevdîtinê kêm zêde têne eşkerkirin. Derbarê serdana Serokwezîrê Iraqê ya li Tirkiyê ti daxuyanî nehate parvekirin. Beriya hevdîtinê bi du rojan hate gotin ku serdaneke wiha wê pêk were. Ebadî beriya ku biçe Tirkiyê got ew ê li ser avê û pirsgirêka ewlehiyê biaivin. Piştî ku Ebadî behsa av û ewlehiyê kir, xuyaye Ebadî şantaja AKP’ê ya avê qebûl kiriye. Piştî Ebadî ji Enqerê vegeriya bi rojekê li Şengalê li dijî Mam Zekî suîkastek hate kirin. Mam Zekî ev 4 sal in li Şengalê ye. Ji bo çareserkirina arîşeyên Şşengalê Ebadî jî di nav de bi gelek rayedarên payebilind re axiviye. Her wiha dema ku gerîlayên PKK’ê ji Şengalê vekişiyan jî di peymana bi Iraqê re bandora Mam Zekî hebû. Li Şengalê piştî ku Mam Zekî hate hilbijartin tê gotin hilbijartina Mam Zekî bi serdana Ebadî re têkildar e. Her kes dibêje piştî serdan Ebadî ya li Enqerê Mam Zekî kirin hedef. Ji bo vê jî niha divê Iraq û Ebadî rewşa xwe zelal bikin. Divê daxuyaniyekê bidin bê ka li ser vê peymanek danîne yan na. Gelê Êzîdî, çi kesê li ser rêça Êzîdxanê li benda daxuyaniyeke wiha ye. Ev her wiha pirseke pir cidî ye ku divê bersiva wê were dayin.

DYA Û KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ: Piştî desetwerdana 2003’yan a DYA û navnetewî ya li Iraqê qada hewayî ya Iraqê di kontrola DYA û koalisyona navnetewî de ye. Tirkiye wek parçeyek ji koalisyona navnetewî xuya dike. Lê balafirên yek ji endamê koalîsyonê bi serê xwe nikarin li deverekê bixin. Ev êrîşa bi balafirên şer ên Tirk ên li ser Şengalê û suikasta li ser Mam Zekî wek ku bi destûra van e. Heke destûra wan nebe, naxwe divê DYA, koalisyona navnetewî qebûl bike, hevkarekî wan heye ku bêyî wan tevdigere. Ya dî jî, koalîyona li dijî DAÎŞ’ê hatiye avakirin. Li gor vê peymanê divê ev hêz, hêzên xwe tenê li dijî DAÎŞ’ê bi kar bînin. Çawa destûr dane ku êrîşê bibin ser nûnerê baweriyeyeke ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirine û komkujî li ser wan hatiye kirin. Divê DYA û koalisyon bersiva vê pirsê bidin. Roja ku suîkast bûyî pir girîng e. Mam Zekî dema ku ji Koço, ku bi sedan kes lê hatibûn kuştin û revandin, vedigeriya bû qurbanê suîkastê. Ango tişta ku DAÎŞ’ê nekarî, van kir. Her wiha bi suîkastê dema ku mirov kesên ku pêşiya komkujiyê girtin, bike armanc ev bi rengekî vekirî hevkariya bi DAÎŞ’ê re ye. Heke Iraq, DYA, PDK li ser vê mijarê bêdengiya xwe bidomînin, bersivê nedin van pirsan wê demê di ser Tirkiyê re wê bibin hevkarê DAÎŞ’ê. Her wiha ev ê were wê wateyê ku destûr dane Tirkiyê li derveyî sînorê xwe komkujiyan li ser Kurdan, baweriya Êzîdiyan û hemû baweriyan bikin.